Li Wanê namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê, hevserokên bajêr û navçeyan lez dan xebatên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê. Îro HDP’yiyan li Wan û navçeyên wê bi gel re civiyan.
RÊYA ARMÛŞÊ
Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê û navçeya Rêya Armûşê li cadeya Maraş û Cûmhûriyetê serdana dikandaran kir. Gel û dikandaran eleqeyek mezin nîşanî namzetan dan.
Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, namzetên hevşaredariya bajarê mezin a Wanê Mûstafa Avci, Bedîa Ozgokçe Ertan û namzetên hevşaredariya navçeya Rêya Armûşê Azîm Yaxan û Şehzade Kurt li Cadeyên Maraş û Cûmhûriyetê serdana dikandaran kir. Namzet bi şêweyê du koman geriyan gel û dikandaran eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan da.
Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avcî di dema serdanê de axivî û got; “Serê me her tim wê bilind be û em ê bi ser bikevin. Em ê li Wanê serketineke mezin bi dest bixin. Em ê bi gelê xwe re sibeha 1’ê Nîsanê ji bo rojekî nû şiyar bibin.”
ŞAX
Li Şaxê xebatên hilbijartinê yên hevşaredaran didomin. Koma HDP’ê ku di nava wan de namzetên hevşaredariyê Esra Babûr, Mûrat Bozdemîr û rêveberên navçeyê jî hebûn li taxa Rukunan çûn serdana gel û têkildarî hilbijartinê agahî dan.
ELBAX
Namzetên Hevşaredariya Elbaxê Şengul Polat û Erkan Acar çûn serdana gundê Hozî. Polat û Acar xîtabî gundiyan kir û gotin hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê ji hilbijartinên din cudatir e. Polat û Acar gotin ku ew ê gelê Elbaxê careke din xwedî li îradeya xwe derbikevin.
EBEX
Li Ebexê jî xebatên hilbijartinê ya namzeta hevşaredariyê Leyla Atsak didome. Atsak di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana Nexweşxaneya Dewletê ya Ebex û Sîteya Sanayiyê. Gel û welatiyan eleqeyek mezin nîşanî Atsakê dan..