Li Wanê wesayîta zirxî li wesayîteke sivîl qelibî

Li navçeya Tuşba ya Wanê wesayîta leşkerî li wesayîta sivîlan qelibî, demekê li pey xwe kaş kir. Li ser gotûbêjan ajokarê wesayîtê hate destgîrkirin.

Wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran ku li gorî destûrên tirafîkê tevger nakin, rê li ber karesatên mezin vedikin. Li nêzî ronahiya pîşesaziyê ya li navçeya Tuşba ya Wanê wesayîteke leşkerî û yek sivîl li hev qelibîn. Wesayîta zirxî ya li wesayîta sivîl qelibî, ewqas bi hêz bû ku demekê wesayît kaş kir. Di qezayê de ti ziyanên canî pêk nehatin.

DORPÊÇA POLÎSAN

Piştî qezayê di navbera leşker û gel de gotûbêj derketin. Piştî gotûbêjên ku hatin kirin, polîs hatin cihê bûyerê û xwediyê wesayîtê birin qereqolê. Leşkerê ku wesayîta zirxî jî bikar danî îdîa kir ku wesayît nedîtiye.

Piştî qezayê polîsan dever dorpêç kirin.