Li Wanê tecrîd hate protestokirin

Li Wanê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêzeçalakî hatin lidarxistin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim û Şehîd Nûda Karker ve bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wanê rêzeçalakî lidarxist.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim û Şehîd Nûda Karker daxuyanî da û wiha hate gotin;

“Roja 1’ê Çileya 2020’an li taxên Şabanî, Koyîçî û Suphan yên navçeya Artêmetan û li taxa Xaçort ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li dijî tecrîda li ser Rêbertî hemwext çalakî hatin lidarxistin.

Yekîneyên me bang li gel kirin ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bêdeng nemînin. Li ser vê wesayîtên zirxî yên dijmin xwestin bikevin taxê lê hêzên me bi bombeyên destan û fîşekên hewayî mudaxale kir.

Dijmin tax dorpêc kirin û bi giranî bombeya gazê bikaranî. Yekîneyên me bi silametî gihiştin baregehên xwe.

Yekîneyên me bi taybet bang li ciwanan kirin ku herêmên lê beşdarî refên têkoşînê bibin û her kes di sala 2020’an de têkoşînê geştir bikin, tecrîda li ser Rêber Apo û faşîzmê hilweşînin.”