Li Wanê talana fatûreyê

Şîrketa elektrîkê ya li Wanê ku nêzî AKP'ê ye, di bin navê tedbîra "elektrîka qaçax" jimêrekên elektrîkê derxistiye ser dîrekan û pereyê wê jî ji gel werdigire.

Şîrketa elektrîkê ya li Wanê, di bin navê heqê elektrîka qaçax de gel dişêlîne. Şîrketa Anonîm a Belavkirina Elektrîkê ya Gola Wanê (VEDAŞ) ku ser bi şîrketa belavkirina enerjiyê ya Turkerler Holdîngê ye û nêzî AKP'ê ye, jimêrekên elektrîkê daniye dîrekên elektrîkê û pereyê vê yekê jî ji gel werdigire.

Li devereke din a Tirkiyeyê jimêrek li ser dîrekên elektrîkê nîne û ev pêkanîn tenê li bajarên Kurdistanê ye. Tê gotin, şîrketên elektrîkê li Wan,Colemêrg, Bedlîs, Agirî û gelek bajarên din ên Kurdistanê jimêrekên elektrîkê derxistine ser dîrekên elektrîkê.

Piştî ku jimêrekên elektrîkê derxistin ser dîrekan êdî fatûreyên gelekî zêde li mirovan tên birîn. Tê gotin heta heft hezar TL'î fatûre li mirovan tê birîn. Mirovên ku elektrîkê zêde bi kar nînin, lê tevî vê yekê jî fatûreyên zêde li wan tê birîn, saziyeke ku îtirazê lê bikin peyda nakin. Bi sedan kesî li dijî fatûreyên zêde daxwazname pêşkêş kirin, lê şîrketa elektrîkê daxwaznameyên wan ji nedîtî ve tên.

Şîrketên elektrîkê ne tenê heqê elektrîkê, her wiha hezar lîre heqê jimêrekan jî li fatûreyên mirovan dinivîsînin û ji gel werdigirin. Kesekî ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike anî ziman ku heft hezar TL fatûre lê hatiye birîn û destnîşan kir, dewlet bi rêya şîrketên elektrîkê wan dişêlîne.