Li Wanê rantxwerî zêdetir bû

AKP'yiyên ku li Wanê li gel qeyûm bi organîze tevdigerin beriya hilbijartinên xwecih zêdetir rantê dixwin.

Rêxistina Bajêr a Wanê ya AKP'ê û qeyûm ku plan dikin deynekî zêde li ser pişta HDP'ê bikin dest dane hev û beriya hilbijartina xwecih weke ku li talanê bidin gendelî û bertîlxwerî zêdetir kirin. Li bajêr çi xeynî menkûl ên şaredariyê hebin dane ber firotinê.

Plana wê tê kirin ku otoparka pir qatî ya  ku dema Şaredariya Mezin a Wanê a DBP'ê hatî çêkirin jî bikin kargehek û bifiroşin. Nayê zanîn bê ka wê otoparkê bifiroşin kê, Waliyê Wanê Qeyûm Murat Zoroglu got, ''Ma milk ne yê şaredariyê ez bifiroşim û nefiroşim bi kêfa xwe me''.

AVAHIYA XIZMETÊ JI SEROKÊ BAJÊR E

Karxana Serokê Bajêr ê Wanê yê AKP'ê Kayhan Turkmenoglu mehê di ber 177 hezar lîreyî de kirêyî Şaredariya Îpekyoluyê kirin. Qeyûmê dagirker ku projeya avahiya xizmetê ya ku şaredariya DBP'ê hazir kirî, betal kirî, bi vî rengî ranteke mezin dane Serokê Bajêr ê AKP'ê.

WARGEHA GULŞEN JI ŞAREDARIYÊ 

Yek ji Wekîlê berê yê AKP'ê û şêwirmendê berê yê Recep Tayyîp Gulşen Orhan jî li avahiyeke Şaredariya Mezin 'Wargeha Xwendekarên Jin' ava kir. Li wargehê 20 xwendekar dimînin û pereyekî zêde didin. Gulşen û malbata wê Zozanê Xanê jî li ser xwe danîbûn, ku ev zozan qada hevpar a gundiyên Bahçesarayê bûn. Li gel vê, li zozana ku yek dar jî ê nebû, bi hinceta ku 'ziyan gihaye daran'  bi çarçoweya yasaya ku ji bo mexdûriyeta dewletê ya 90 salî were rakirin hatibû derxistin, 5 milyon û 720 hezar Lîre standibû.

ÎHALEYA TÎPA T'YÊ YA HERDUYAN E

Turkmenoglu û Orhan 2007-2011'an heman demê li nav AKP'ê wekîltî kiribûn. Ev herdu kes îhaleya Girtîgeha Tîpa  T ya Wanê jî girtine.

DIZANIN KU WÊ WINDA BIKIN

Wekîla HDP'ê ya Wanê Muazzez Organ got hişmendiya ku şaredarî dagir kirine hemû kanên gel kirine rant û dane alîgirên xwe û domand, ''Armanca van zelal e û li ber çavan e. Ne bi tercih û vînagel, bi hêza ku dewletê dayî wan wî heqî di xwe re dibînin ku her tiştî bikin. Her ku hilbijartina xwecih nêz dibe û dem namîne diziyê dikin. Weke qijnikan xwîna gel dimijin. Ji bo ku dizanin di hilbijartinê de wê bi ser nekve dixwazin deynekî giran li ser şaredariyê bihêlin.''