Li Wanê qirkirina siyasî: 7 kes hatin girtin
Ji 10 kesên ku di operasyonên qirkirina siyasî de li Wanê hatin destgîrkirin 7 kes hatin girtin.
Ji 10 kesên ku di operasyonên qirkirina siyasî de li Wanê hatin destgîrkirin 7 kes hatin girtin.
Di 28'ê Çileyê de bi operasyonên qirkirina siyasî 10 kes hatibûn destgîrkirin.
Piştî îfadeya li dozgeriyê, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji bo girtinê radestî dadgehê hatin kirin.
Dadgehê 3 kes bi şertê kontrola edlî berda, 7 kes jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" girt.
Navê kesên hatine girtin wiha ye:
"Abdulkerîm Alkan, Ayhan Koç, Kerem Atsak, Kasim Tekîn, Farîs Bal, Nedîm Ataman û Emîn Aykût."