Li Wanê qeyûm hatin protestokirin

Destdanîna AKP/MHP’ê ya li ser 5 şaredariyan li Wanê hate protestokirin.

Rêxistina HDP’ê ya Wanê destdanîna ser şaredariyên Îdir, Sêrt, naveyên Misric, Baykan û Altinovayê ya ji aliyê desthilata AKP/MHP’ê ya bi qeyûman protesto kir.

Çalakıya ku hevşaredarên HDP’ê û parlemeneter tevlî bûn, li pêşiya avahiya HDP’ê pêk hat. Daxuyanî ji aliyê Rêveberê HDP’ê yê Wanê Serdar Çevîk ve hate kirin.

Çevîk anî ziman ku ev rejîm di serî de êrîşî vîna hilbijer û hilbijirînê ya ne tenê gelê Kurd gelê Tirkiyeyê jî dike.”

Çevîk diyar kir ku ew wê serî netewînin, gav bi şûnde navêjin, wê têkoşîna xwe ya li gel vê hişmendiyê bidomînin.

Çalakî bi dirûşma ‘zext bi me nikarin’ bi dawî bû.