Li Wanê protestoya ‘qirkirina siyasî’: Em ê li ber xwe bidin!

Rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP û DBP’yên Wanê li hemberî binçavkirin û girtinan daxuyaniya çapemeniyê dan.

Li Wanê di dema dawîn de 108 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin. Li hemberî vî tiştî rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP û DBP’ê daxuyaniya çapemeniyê dan. Rêveberên bajêr û navçeyan ên HDP û DBP’ê, dayîkên aştiyê, çalakvanên TJA’yê û gel beşdar bûn.

Rêveberê Bajêr ê Wanê yê HDP’ê Nacî Erkol daxuyaniya çapemeniyê xwend û tê de diyar kir ku piştî serkeftina 7’ê Hezîranê HDP bûye hedef. Erkol bi bîr xist ku 85 hevşaredarên DBP’ê hatin girtin û li şûna wan qeyyûm hatine peywirdarkirin û got, “5 hezar siyasetmedar hatin grtin. Li Wanê di nava hefteyekê de 108 kes hatine binçavkirin. Ev hemû xebatkarên me yên HDP û DBP’ê ne. Lê divê bizanibin ku li hemberî pêkutî û îmha û girtinê em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Ji ber vê jî em bang dikin ku bila operasyonên li Wanê werin sekinandin û siyasetmedarên hatine binçavkirin jî bila serbest werin berdan.”