Li Wanê polîsan êşkence li 2 kesan kir

Duh di dema axaftina Wezîrê Karê Hûndir ê Tirk Suleyman Soylû a xwarina fitarê de, polîsên sivîl 2 kes bi hovane êşkence kirin.

Duh ji ber serdana Wezîrê Karê Hûndir ê Tirk Suleyman Soylû, gelek rêyên bajarê Wanê ji bo trafîkê hatibûn girtin û rêyên vekirî ji trafîkek zêde hebû. Li navçeya Artêmêtanê ku Soylû beşdarî xwarina fitarê bibû, hinek welatiyan ji ber qepatkirina rêyan nerazîbûn nîşandan. 2 kesên ku di otûbusekê de ku diçû Artêmêtanê nerazîbun nîşandan û polîsekî sivîl her du kes ji wesayîtê peya kirin û birin nuqteya servîsa polîsan. Li nuqteya polîsan her du kes ji aliyê polîsan ve bi awayekî hovane hatin êşkence kirin û di seatên direngiya şevê de rakirin nexweşxaneyê. Niha dermankirina her du kesan dewam dike.

Parlamentera HPD'ê a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan bi kesên ku hatine êşkence kirin re hevdîtin kir û diyarkir ku wê mijarê bibe Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê. Ozgokçe diyarkir ku di demên dawî de li Wanê bûyerên êşkenceyê zêde bûne û ragihand ku êşkence sucek yê mirovahiyê ye.