'Li Wanê pêkanînên taybet hebûn'

Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Temel bal kişand ser pêkanînên taybet ên li Wanê û diyar kir ku tevî vê yekê jî ew bûn partiya yekemîn, lê belê li ser sedemên kêmkirina 4 pûanan disekinin.

Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Tayyîp Temel, hilbijartina li Wanê nirxandin û destnîşan kirin ku serketiyê hilbijartinên 24'ê Hezîranê HDP ye.

Li Wanê ku pêkanînên Rewşa Awarte di asta herî dijwar de lê heye, hilbijartinên Serokkomarî û Serdema 27'an a Parlamenteriyê di nava zexteke giran de hatin kirin. Li gorî encamên ne fermî, HDP'ê li Wanê 59.32 ji sedî û namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş jî 58.38 ji sedî yê dengan stend. Tevî hemû astengî, dek û dolabên hatin gerandin jî, HDP'ê bi dengekî ji yê AKP'ê pir zêde bi ser ket. Parlamenterên Wanê yên HDP'yî Bedîa Ozgokçe Ertan û Tayyîp Temel, hilbijartin ji ANF'ê re nirxandin.

Parlamentera Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan işaret bi Rewşa Awarte û zêdebûna zext û zordariyê kir û bi bîr xist ku bi biryara hilbijartina pêşwext re hemû plan û stratejiya desthilatdariyê ji bo hiştina HDP'ê li bindê bendê bû. Ertan destnîşan kir ku tevî hîleyên hatin kirin û hemû derfetên dewletê hatin seferberkirin jî HDP di hilbijartinê de bi ser ket û got, "Li cihekî din ê cîhanê bendeke hibijartinê ya ewqasî bilind nîne. Vê bendê li dijî me dewam kir, lê me bend hilweşand."

HEVRIKÊ ME DEWLET BI XWE BÛ

Ozgokçe Ertan got, "Me li dijî faşîzmê û orgnaîzasyoneke mezin a dewletê li ber xwe dan û wiha dewam ki: "Hewl dan îradeya gelê Kurd bişikînin. Bi derbasbûna ji bendê re me nîşan dan ku em xwedî li demokrasiyê derdikevin. Eşkere ye ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gel gelekî ji HDP'ê bawer dike. Di nava şert û mercên ne wekhev de, li gel zext û zilmê jî gelê Kurd tercîha xwe li aliyê HDP'ê kir û daxwazên xwe bi biryardarî raxist pêş çavan. Moralê me ti carî nebaş nîne. Em ê têkoşîna xwe li ser vê bingehê bidomînin. Pirsgirêka Kurd li cihê lê ye û li benda çareseriyê ye."

LI WANÊ PÊKANÎNÊN TAYBET HENE

Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Tayyîp Temel jî bi bîr xist ku hêzên biryar ahilbijartina pêşwext dan, xwestin ku di nava şert û mercên Rewşa Awarte de HDP'ê li binê bendê bihêlin. Temel da xuyakirin ku ji xwe gelek wekîl, rêveberên bajar û navçeyan ên HDP'yî girtî ne û wiha dewam kir: "Xwestin ku HDP'ê li binê bendê bihêlin û piraniya wekîlên li meclîsê bi dest bixin. Tevî hemû destwerdanan jî 12 ji sedî yê dengan stend. Li Wanê pêkanînên gelekî taybet hene. Wanê bi însiyatîfa xwe kar kir, lê belê nîvê wekîlan dihatin darizandin, ya jî hatibûn sirgûnkirin. Hevşaredarên me, rêveberên me yên şaredariyê girtî bûn.

DESTWERDANÊN GIRAN HATIN KIRIN

Me buroyên hilbijartinê jî bi zor û zehmetiyeke mezin vekir. Nehiştin ku wesayitên weşana zindî bikevin qada me ya mîtîngê. Li Wanê zexteke giran li ser muşahîd û wezîfedaran hebû. Destwerdanên gelekî giran kirin. Tevî vê yekê jî HDP bû partiya yekemîn. 100 hezar dengdêr hene ku dengê xwe nedane. Li ser vê yekê gilî û gazin digihaşt me. Eşkere ye ku ev dengdêrên me ne. Hin bêûsûlî hatin kirin ku hatin tespîtkirin. Kêmkirina 4 pûanan mijareke cidî ye ku divê em li ser bisekinin. Bû sedem ku em wekîlekî bi dest nexin. Em li ser disekinin."