Li Wanê operasyona hilbijartinê: 5 kes hatin destgîrkirin
Hêzên çekdar ên Tirk danê vê sibehê avêtin ser gelek malên li navçeyên Miks û Westanê yên Wanê û 5 kes destgîr kirin.
Hêzên çekdar ên Tirk danê vê sibehê avêtin ser gelek malên li navçeyên Miks û Westanê yên Wanê û 5 kes destgîr kirin.
Rejîma AKP-MHP'ê ku ditirse di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de têk biçe, zext û zordariyeke giran li gelê Kurd dike.
Li navçeyên Miks û Westanê yên Wanê, hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser malan. Di encamê de Hevserokê DBP'ê yê Westanê Bulent Aydin û Tûran Varol, Sertîp Sezer, endama Meclîsa Şaredariya Miksê Ehdînûr Elbîr û Fahrettîn Agbal hatin destgîrkirin.
Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Westanê.