Li Wanê Nobeda Demokrasiyê: Qeyûm destpêkê êrîşî jinan dike!

Li Wanê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî qeyûm di roja 33’an de ye. Di çalakiyê de aktivîsta TJA’yê Rojbîn Bor axivî û wiha got; “Qeyûm destpêkê destkeftiyên jinan dike hedef.”

Li Wanê Nobeta Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina şaredariyan di roja 33’an de domiya. Çalakî li pêşiya Rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê hate lidarxistin. Di roja 33’an de aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi pankarta “Hevserokatî xeta me ya xemre” ji Cadeya Mîllî Egemenlîk heta avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeyê bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Qeyûm wê biçe gel wê were” û bi tîlîliyan xwestin bimeşin. Polîsan meşa jinan asteng kir û destûr neda rojnameger dîmenan bikêşin. Jin tevî astengiya polîsan heta avahiya bajêr meşiyan.

Piştre li pêşiya avahiyê daxuyanî hate dayîn û ji bo bîranîna 27’emîn salvegera qetilkirina Rojnameger-Nivîskar Mûsa Anter pankarta “Apê Mûsa bi rêzdarî bibîrtînin” hate vekirin.

‘NE HEDÊ WE YE!’

Aktivîsta TJA’yê Rojbîn Bor wiha got; “Tayînkirina qeyûm dagirkeriye, zordarî û darbe ye”.

Bor di dewama axaftina xwe de got ku girtina Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak û Nesîbe Akdag û Dîlan Yildiz ên HDP’yî ne li gorî qanûnan e û wiha domand; “Em baş dizanin ku ditirsin. Dîsan em li vir dibêjin; hedef nîşandana Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a ji bo şkandina tecrîdê bûyî pêşeng û ji bo aştiyê greva birçîbûnê dayî destpê kirin ne hedê tu kesê ye.”

‘KARÊ WAN Ê DESTPÊKÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN JINAN E’

Bor da zanin ku karê destpêkê yê qeyûm girtina sazî, daire û navendên jinan e û bi vê re li dijî destkeftiyên jinan darbe pêk tînin û wiha domand; “Em ê li dijî vê darbeyê bi geşkirina têkoşînê, bi bihêzkirina tifaqa jinê û bihevre bersivê bidin. Em li pey soza xwe ne; em bêdeng namînin. Di vê li dijî êrîşan em dengê xwe bilind bikin û bi hev re têbikoşin”.

MÛSA ANTER HATE BIBÎRANÎN

Piştî daxuyaniyê Parlamanterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û got Mûsa Anter şehîdê azadî û demokrasiyê ye.