Li Wanê mîtînga HDP’ê ya bi heybet

HDP’ê li Wanê mîtîngeke bi heybet li dar xistin. Di mîtîngê de hate diyarkirin ku di 31’ê Adarê de wê Kurd bersiva AKP’ê bidin.

HDP’ê li Wanê mîtîngek li dar xistin. Ji destê sibehê ve gel berê xwe da qada mîtîngê.

Hevserokên HDP’ê yên Wanê Yadîşen Karabûlak û Umît Dede, Hevserokên DBP’ê yên bajêr Ayla Tarhan û Okkeş Kawa, parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, namzetên hevşaredariya bajarê mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstafa Avci, namzetên hevşaredariyê yên navçeyan, nûnerên KCD’ê û çalakgerên TJA’yê tevlî mîtîngê bûn.

Ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê  2 deqîqeyan çalakiya bêdengiyê hate kirin.

DEDE: ME DAYÎKA TAYBET JI BÎR NEKIR

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede di destpêkirina mîtîngê de axivî û got ku “Me Dayîka Taybet û Roboskî ji bîr nekir. Divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin, heke tecrîd were rakirin wê aramî were Tirkiyeyê.”

Namzeta hevşaredariyê ya bajarê mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe jî bi silavkirina siyasetmedarên girtî dest bi axaftina xwe kir û got ku “Di 31’ê Adarê de em ê ji xespa qeyûm re bibêjin êdî bes e. Di 31’ê Adarê de em ê bersivê bidin Erdogan.”

Namzetê hevşaredariyê ya bajarê mezin a Wanê Mûstafa Avci jî diyar kir ku di 31’ê Adarê de wê gelê Wanê hemû qirêjiyên desthilatdariyê paqij bike.

Peyama hevşaredarê bajarê mezin a Wanê Bekîr Kaya jî di mîtîngê de hate xwendin.

ÛCAR: EM Ê TECRÎDÊ BIŞKÎNIN Û FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî diyar kir ku gelê Wanê ji niha ve serkeftina di 31’ê Adarê de daye û got ku “Gelê me li hemberî zext, girtin û kuştin û qetlîaman stûyê xwe xwar nekir. Parlementerên me Leyla Guven, Tayyip Temel, Mûrat Sarisaç û Dêrsim Dag îro li Amedê di greva birçîbûnê de ne. Daxwazên wan, daxwazên me ne. 8 sal in rêzdar Ocalan nikare bi parêzerên xwe re bicive. Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye. Di nava hefteyekê de 5 şehadet pêk hatin. Berpirsê van şehadetan dewlet e. Em ê tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin.”

Mîtîng bi konserê bi dawî bû.