Li Wanê mîtînga bi heybet: Em ê bi hev re ser bikevin!

HDP’ê li Wanê bi tevlîbûna bi sed hezaran ve mîtînga fînalê kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê di mîtîngê de axivî û destnîşan kir ku sibe gel wê bi hev re ji Erdogan rizgar bibin, banga parastina sindoqan kir.

HDP’ê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê mîtînga fînalê îro li Wanê pêk anî. Yek ji bajarê ku piştî Îzmîrê mîtînga fînalê lê hate kirin Wan bû. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, namzetê Parlemeteriyê yê HDP’ê yê Enqerê Velî Saçikli, Hevserokên HDP’ê yên Wanê Umît Dede, Yadîşen Karabûlak, Hevseroka DBP’ê yê bajarê Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa, namzetên Parlemeteriyê yên HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan, Murat Sarisaç, Muzazzez Orhan, Tayîp Temel, Mukaddest Karakoç, Asûmn Yilmazer û bi sed hezaran kes tevlî mîtînga Qada Beşyol a Wanê bûn.

Girse, ji bo tevlî mîtîngê bibin ji saetên sibehê ve bi cilên Kurdî û herêmî piştî lêgerîna 4 nûqteyan û şûnde dikarin bikevin qada mîtîngê. Mîtînga Wanê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hatin qîrkirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin.

Li qada mîtîngê pankartên bi nivîsên “Em ê bendê hilweşînin, bi girseyî tên” û “Me dayika Teybet ji bîr nekiriye” bal kişandin. Bi sedan welatî li ser avahiyên derdorî qada mîtîngê li mîtîngê mêze dikirin.

Rê nehate dayîn ku bi hezrana welatîiyên ji gund, navçe û derdorê werin. Polîsan, bi hincetên cuda cuda konvoyên ji dehan wesayîtan ji gund û navçeyan pêk tên astengkirin.

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede piştî deqeyek rêzgirtinê û şûnde destpêkê di mîtîngê de axivî û got: “Digotin pirsa Kurd nîne, em li vir bang dikin, pirsgirêka bi hev re ya Kurd û Tirk a serkeftinê heye. Astengiya li pêşiya vê hişmendiya te ye. Li Tirkiyeyê pirsgirêka dîktatoriyê heye.”

Parlemeteriya HDP’ê ya Wanê Mukkades Karakoç jî bal kişand ser tecîrda li Îmraliyê û li dijî tecrîdê banga çûna ser sindoqan kir.

Ji namzetên HDP’ê yên Wanê Tayîp Temel jî got: “Ditirsin, xew bi çavê wan nakevin. Ji sekna we ya heybet ditirsin. Wan bajarekî bi rûmet e. “

TEMELLÎ: VÎ GELÊ BI RÛMET EW Ê LI BER XWE BIDE

Herî dawîn Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî axivî. Temellî got ku, “Vî gelê bi rûmet li ber xwe da û bi ser ket. Ligel ku her cure zilm û lîstik hate kirin jî, bi ser ket. Di 24’ê Hezîranê de em ê xwedî li îradeya xwe derkevin. Ew çi provokasyonê bikin jî, ew ê têk biçin. Em ê bi ser bikevin, feraseta li dijî me tehamula wê ji feraseta demokratîk tune. Ji ber vê jî qeyûman berê saziyên jinan û zarokan girt. Ev feraset li dijî jin û zarokan e. Em ê sibê bi hev re ji vê ferasetê rizgar bibin.

‘YÊN LI PIRSÛSÊ QETLÎAM PÊK ANÎN, NEHATIN DESTGÎRKIRIN’

Kî li pişt vê provokasyona Pirsûsê heye, bila derkeve holê. Li pêş çavê mirovan li nexweşxaneyê 3 kes qetil kirin. Kesên sûcdar li holê ne, lê hê tu sûcdar nehatine destgîrkirin.

‘LI VÊ DERÊ DIBIN KURD, LI ENQEREYÊ JÎ DIBIN GUR’

HDP ew ê, vê bendê derbas bike. Ne bi 80 parlementeran ew ê bi 180 parlementeran wê bendê derbas bike. Ew ê benda li pêş demokrasiyê were hilweşandin. Ev tişt berpirsyariya me ye. Bi çêkirina destûreke bingehîn a demokratîk ev tişt dikare pêk were. Em ê bi hev re vê destûra bingehîn ava bikin.

Demokrasî bi çareserkirina doza Kurdan ew ê pêkan be. Nabe ku tu berê bibêjî ‘Xuşk û birayên min ên Kurd’ û li Enqereyê bi guran re rûnê.

HDP DENGÊ HEQÎQETÊ YE

HDP dengê heqîqetê ye, li hemberî dengên HDP’ê şaş nemîne. Heke Erdogan nedize, em ê gelek dengan bistînin. A rast sibê ew ê şaş bibin. Ew ê Wan bersiveke xurt bide AKP’ê. Roj roja xwedîlêderketina rûmetê ye. Heta ku Erdogan neçe, ew ê demokrasî, aştî û aramî neyê vî welatî. Em bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin, xwedî li dengên xwe derkevin û piştgiriyê bidin hev. Em ê sibê ji vê desthilatdariyê rizgar bibin.”

Piştî axaftina Temellî, solîstê Koma Çarnewa û Mesûd Gever konser dan.