Li Wanê li dijî vîrûsa Korona tedbîr nehatiye wergirtin

Li dijî vîrûsa korona, ku li tevahiya cîhanê bi hezaran kes ji ber wê mirin, dewleta Tirk bi têrkerî tedbîran wernagire. Ev yek jî sedema nerazîbûnan e. Penaberên tên Wanê ji aliyê tenduristiyê ve bi têrkerî nayên kontrolkirin.

Her roj bi dehan penaber ji Îranê tên Wanê. Li Îranê ji ber vîrûsa Korona bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê yekê dewleta Tirk sînorên bi Îran û Iraqê re girt. Tevî ku sînor girtî ne hîn jî penaber tên Wanê. Penaberên tên Wanê ji ber vîrûsa Korona tên kontrolkirin. Bi vê armancê li Wan û Agiriyê nexweşxaneyên demkî hatine avakirin. Lê belê eşkere bû ku li nexweşxaneyên demkî û li Wanê bi têrkerî tedbîr nehatine wergirtin.

Li navçeya Payîzava ya Wanê, li qada ku bi dehan penaber lê ne, tîma tenduristiyê ku ji bo kontrolkirina vîrûsa Korona hate herêmê, ji ber ku şert û merc ên tenduristiyê ne guncav bûn, bêyî kontrola tenduristiyê bike ji herêmê çû.

'DERFETÊN TENDURISTIYÊ TÊRKER NÎNIN'

Tîma tenduristiyê ku li qada penaberan kontrola tenduristiyê nekir, di rapora xwe de wiha nivîsî: "Di lêkolîna cih de ya li qada koçberan, ji ber rîska vîrûsa Korona ya li Îranê belav bûye, hatiye dîtin ku derfetên têrker ên pêwîst nînin.

Ji bo qada kontrolê jî hewşek hatiye nîşandan, şert û mercên fîzîkî yên ji bo kontrola tenduristiyê û xizmeta tenduristiyê nîne, ekîpman kêm in, polîklînîk, qadeke tenduristiyê nîne, her wiah li dijî vîrûsa Korona şert û mercên pêwîst ên îzolasyonê nînin, di heman demê de ekîpmanên parastinê yên pêwîst ên ji bo xebatkarên tenduristiyê nînin. Ji ber vê yekê jî kontrol nehatiye kirin."