Li Wanê li dijî AKP’ê û hevkarên wê çalakî hatin kirin

Yekîneyên Tolhildanê li Wanê li dijî AKP’ê û hevkarên wê rêze çalakî kirin. Yekîneyên Tolhildanê li dijî şewata li Îmraliyê jî biryara çalakiyên bê navber da.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz, Şehîd Savaş Amed û Şehîd Baran Dersim li Wanê rêze çalakî kirin û têkildarî çalakiyên xwe jî agahî parve kirin.

Yekîneyên çalakiyê ev agahî da:

“Heta hevdîtin bi Rêbertiya me re pêk bê û di warê  tenduristiyê de agahiyên zelal bên, hemû yekîneyên me biryara çalakiyên bê navber girtine. Wê her kolan, her tax vegere çalakiyê, wê rehetî bi dijmin nekeve.

Rêze çalakiyên me wiha ne:

19’ê Sibatê li Wanê nêzî nexweşxaneya berê ya Tûşba Akkoprû bi bombeyeke deng çalakiyek li  dijî avahyiya AKP’ê ya navçeyê hate kirin.

18’ê Sibatê li taxa Şerefiyle bi demkî rê hate girtin, bi fîşekên hewayî û bombeyên deng çalakiyek hate kirin û komplo hate şermezarkirin.

18’ê Sibatê li Taxa Bostanîçî Rojava rê hate girtin û lastîkên wesayîtan hate şewitandin, fîşekên hewayît hatin teqandin û bi bombeyên deng komplo hate şermezarkirin.

17’ê Sibatê jî li taxa Tûşba marketeke ya hevkarên AKP’ê hate şewitandin.

17’ê Sibatê li taxa Şebaniye ya Ertemêtanê bi armanca hişyariyê bombeyeke ya dest avête mala çeteyekî yê AKP’ê.

An wê ev çete dev jî tevgerên xwe berdin an jî wê di nava xiyaneta xwe de bifetisin. Wê çalakiyê me her biçe zêdetir bibin.”