Li Wanê ji bo ‘NA’yê serdanên taxan didome

Rêveber û parlementerên HDP-DBP’ê çûn serdana taxên bi ser Wanê û di 16’ê Nîsanê de ji bo ‘Na’yê piştgirî xwestin.

Xebatên referandûmê yên ji aliyê rêveberên HDP-DBP’ê yên bajarê Wanê, Parlementerên HDP’ê Lezgîn Botan, Bedîa Ozgokçe Ertan û Rêxistina Bajêr a Edremetî dihate kirin, îro li taxan û TOKI’ya nû Edremîtê hat domandin.

RÊYA ARMÛŞÊ
Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û heyeta HDP-DBP’ê îro çûn serdana gundên Erçek, Aktaş, Xino, Mellava. Ozgokçe ji gel re diyar kir ku, her dengê ‘NA’yê wê qedera gelan diyar bike û wê polîtîkayên pêkutiyê bi dawî bîne û ji gel xwest ku dengê xwe bidin ‘NA’yê.

TÛŞBA
Parlementerê Wanê yê HDP’ê Lezgîn Botan û rêveberên HDP/DBP’ê çû serdana gundên Yaylikaya, Duşmeme, Halkali û Yeşîlsûyê. Botan li vê derê bi gel re sohbet kir û li kêşeyên wan guhdarî kir got ku, kesên ev serê 15 salan e welat bi rê ve dibin û heta niha tiştek safî nekirine îro dîsa derketine hemberî gel. Botan diyar kir ku, gelê Wanê wê bi giyanê 7’ê Hezîranê bersivekê bide AKP’ê û gazî her kesî kir ku xwedîtiyê li sindoqan bikin.

EDREMÎT
Li Edremîtê Rêxistinên DBP-HDP’ê li TOKI’ya Nû hatin ba gel û bi serdanên malan piştigirî ji gel hate xwestin. Rêveberên Navçeyê diyar kirin ku, gelê Edremîtê wê wekî her sal bersiveke baş bide.