'Li Wanê girtî di rewşeke xetere de ne'

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Wanê dimînin, bi rêya telefonê ji malbatên xwe re ragihandin, ku hemû aktîvîteyên wan tên astengkirin û gotin, tevî vê yekê îşkence û êrîşên li dijî wan derketine asta herî bilind.

Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê her roj mafên girtiyan tên qedexekirin û hemû aktîvîteyên wan tên astengkirin. Tevî vê yekê, îşkence û êrîşên li dijî girtiyan derketine asta herî bilind. Di rojên dawî de ji gelek girtîgehan agahiyên xeternak tên. Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Wanê tên girtin, bi rêya telefonê agahî dan malbatên xwe û diyar kirin ku  jiyana wan li girtîgehê ne ewle ye û bang li raya giştî kirin.

Girtiyan dan zanîn, piştî ragihandina Rewşa Awarte, zextên li girtiyên siyasî tên kirin zêde bûye û ev tişt gotin: "Li girtîgehê Midûrê duyemîn bi 16 gardiyanan ve bi ser koxuşan de digirin, me derb dikin, firaxan li hev dixin û ziyanê didine me, dest li ser name, defter, wêne, pirtûkan datînin û diqetînin."

'CEZAYÊ DISÎPLÎNÊ'

Girtiyan ragihandin, rêveberên girtîgehê xwe li mafê herî biçûk ê girtiyan jî ranagirin, yekser cezayê dîsîplînê didin û bi vî rengî dixwaze înfaza girtiyan bişewîtinin. Girtiyan diyar kirin, bi Rewşa Awarte re hevdîtina vekirî ya ku mehê carekê bû, kirine serê du mehan carekê, hevdîtinên ku saetek bûn daxistine 45 deqeyan. Girtiyan gotin, mafê telefonê yê ku hefteyê carekê bû, kirine 2 hefteyan carekê, Rojnameya Rojeva Medya, Ozgurlukçu Demokrasî û kovar  ji wan re nayên dayîn.

BANG LI RAYA GIŞTÎ KIRIN

Girtiyan da xuyakirin ku hejmareke zêde girtiyên ji doza Cemaeta Gulen jî li nav girtiyên ji doza PKK’ê hatine bicihkirin û bi dirûşmên faşîst û dujênan heqeretê li girtiyan doza PKK’ê dikin. Girtiyan diyar kirin, li Girtîgeha Girtî ya Wanê hemû mafên wan ên jiyanê tên binpêkirin û bang li raya giştî kirin ku bala xwe bide ser vê rewşê.

Hêjayî gotinê ye, beriya 4 mehan 3 girtîgehên nû li Wanê hatin çêkirin û berî çêkirina van girtîhan bi temamî biqede, girtiyên siyasî sewqî van girtîgehan hatin kirin.