Li Wanê 'gazên xetere' li dijî gel hate bikaranîn

OHD, Baroya Wanê û ÎHD'ê ragihandin ku li gundê Şêxanê yê navçeya Payîzava ya Wanê, bombeyên gazê yên ku li ser wan 'bikaranîna wan xetere ye' dihate nivîsandin û dem di ser wexta bikaranînê derbas bûbû, hatine bikaranîn.

Heyeta ji Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), Baroya Wanê û Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), lêkolîna xwe ya li ser kana mermerê ya ku tê xwestin li gundê Şêxan ê navçeya Payîzava ya Wanê bê çêkirin, temam kir.

Di rapora heyetê de hate ragihandin ku pêvajoya Nirxandina Bandora li Hawirdorê (ÇED) hîn jî dewam dike, lewma di rewşeke wiha de nabe ku şîrketek karekî madenê li herêmê bike.

LEŞKERAN GULE REŞANDIN, DOZ LI ŞÊNIYAN HATE VEKIRIN

Yek ji mijarên balkêş ên raporê, gulereşandina jendermeyên Tirk li gundiyan û bûyerên piştî wê ne.

Di lêkolîn û hevdîtinên heyetê de yên li ser mijarê, bêyî ku gundî bên agahdarkirin an jî hişyarî bê dayin, dest bi karê hilweşandinê kirine.

Di raporê de hate ragihandin ku gundiyên bi rewşê hesiyan, ji bo pêşîgirtina li astengkirina hilweşandinê xwest biçe qadê û hêzên dewletê êrişî gundiyan kirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku 4 gundî di dema bûyerê de bi lêdanê hatin destgîrkirin û hêzên dewletê di destwerdanê de fîşekên gazên bombeyî yên ku dema wan derbas bûne bi kar anîne.