Li Wanê faşîzm li ser kar e

Li Wanê rewşeke welê heye ku ne kemî rewşa awarte û tund e. Li bajêr demeke dirêj e demokrasî nîne. Di nava meha dawî de zêdeyî 60 kes bi rengekî kêfî hatin destgîrkirin an jî girtin.

Li Wanê meha dawî rojê derdora du kes hatin destgîrkirin. Beşek ji wan jî hatin girtin. Li bajêr ku dewlet bi zordarî tevdigere, kombûna sê kesan li hev dibe sedema lêpirsîn an jî destgîrkirinê.

Qedexeya ku di 21'ê Mijdara 2016'an de dest pê kir, bi rengekî otomatîk êdî her 15 rojan carekê dema wê tê dirêjkirin. Li bajêr di pratîkê de Rewşa Awarte heye.

Di 14'ê Sibatê de polîsên tîmên taybet avêtin ser 55 malan û 47 kes destgîr kirin. Hema bêjin deriyên malên serdegirtin li wan bû hemû hatin şikandin, alavên li xaniyan hatin belavkirin, tundî li şêniyan hate kirin û gef li wan hate xwarin.

Wesayiteke bêplaqe li pêşiya wesayita Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç rawestiya û endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yûnûs Dûrdû destgîr kir. Ajansa Anadolû ku berdevkiya rejîma AKP'ê dike, Dûrdû yê meclîsa HDP'ê weke "terorîst" ragihand û piştre Dûrdû hate girtin.

Di 24'ê Çileyê de avêtin ser malên endam û rêveberên TUHAY-DER'ê. Hevserokê TUHAY-DER'ê Seyfettîn Ertaş, rêveber Kînyas Başak û hevserokê dema beriya niha yê komeleyê Onder Sogûkbûlak û gelek kes hatin destgîrkirin.

Di 26'ê Çileyê de polîsên tîmên taybet avêtin ser taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê. Polîsên ku bi dehan wesayitên zirxî ketin nava taxê li 3 xaniyan bi saetan lêgerîn kirin. Di dema lêgerînê de alavên li hundirê xaniyan ji hev belav kirin û heqaret li şêniyan kirin.