Li Wanê di qotiyên elekirîkê de kamereyên veşartî bi cih kirine!

Li Wanê derket holê ku ji aliyê dewletê ve kamerayên veşatî di qotiyên elektirîkê de bi cih kirine.

Derket holê ku di qotiyên dîrekên elektirîkê yên li gundê girêdayî navçeya Qelqelî û Elbak ên Wanê de kamereyên veşartî hatine bicihkirin.

Bûyer li ser nerazîbûna kesekî ku bi hinceta elektirîk bi dizî kişandiye derket holê.  Kesê ku nerazîbûn nîşan da ku fatûreya elektirîkê wî zêde ye û serî li TEDAŞ’ê da, bi dîmenan nîşan da ku ka bê çawa elektîrîka wî bi dizî kişandine. Bi vî rengî li gelek gundan di nava qûtiyên elektirîkê de kamerayên veşartî bi cih kirine, derket holê.

Rêveberê TEDAŞ’ê diyar kirin ku bi aramanca kişandina elekitîka dizî asteng bikin serî li rêbazekî bi vî rengî dane.