Li Wanê dest danîn li ser radyoyên girtiyan
Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê rayedaran dest danîn li ser radyoyên girtiyan.
Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê rayedaran dest danîn li ser radyoyên girtiyan.
Rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Wanê, dest danî ser radyoyên girtiyan. Girtiyan bi rêya parêzer û malbatên xwe diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê 4 roj berê ferman daye gardiyanan û li ser fermana rêveberiya girtîgehê, gardiyanan dest danîye ser radyoyên wan.
Girtiyan anîn ziman ku rojname jî li ser wan qut kirine û êdî rojnameyan nadin girtiyan. Girtiyan, anîn ziman ku dema sedema wê pirsîne gardiyanan gotine "Biryar hat dayîn ku ji niha û şûnde em rojnameyan û radyoyan nedin girtiyan."