Li Wanê dek û dolaba bi navê 'anketê' tê gerandin

Hin kesên ku tê gotin bi Rêxistina AKP'ê ya Wanê û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm lê bi cih bûye dixebitin, bi navê 'anketê' li nava malan digerin û mirovan deq dikin.

Hin kesên ku tê gotin bi Rêxistina AKP'ê ya Wanê û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm lê bi cih bûye dixebitin, bi navê 'anketê' li nava malan digerin û mirovan deq dikin. Ev kesên ku kom bi kom li nava taxan belav dibin, êvarê li nava malan digerin û welatiyan deq dikin.

HÛN Ê DENG BIDIN KÊ?

Ev kesên navborî hin pirsan li welatiyan dikin. Piştî ku bersiva pirsan girtin, nav, paşnav, adres û nûmara telefonê ya welatiyan digirin û piştre ji malan derdikevin. Di vî karê 'anketê' de ku bi taybetî ji aliyê jinan ve tê kirin, pirsên 'Di hilbijartinên bihurî de we deng dabûn kê?', 'Di hilbijartina bê de hûn ê deng bidin kê?', Hûn dixwazin ku li Sûriye û Iraqê dewletên cuda ava bibin? tên kirin. Li gorî bersiva ku ji van pirsan re hatiye dayin, navê mirovan tê qeydkirin.

HAYA WELATIYAN JÊ HEYE

Welatiyên ji ANF'ê re axivîn destnîşan kirin ku ev karê 'anketê' rêbazeke deqkirinê ye. Welatiyan gotin, "Me kopyayek ji vê anketê xwestin, lê nedan. Me xwestin wêneyên pirsên anketê bikişînin, lê nehiştin. Armanceke bi tenê ya vê anketê heye; deqkirina me. Piştî ku em bi armanca wan hesiyan, me ew ji mala xwe qewirandin. Dest danîn ser şaredariyên me, nûnerên me yên hatine hilbijartin xistin zindanê, bi rêya Rewşa Awarte jiyan li me herimandin. Em ê hesabê vê teqez bipirsin. Di hilbijartina bê de em ê bi rêjeyeke hê bilindtir şaredariyên xwe ji nû ve ji wan bistînin."