BI DÎMEN

Li Wanê coşa 1’ê Gulanê qat tije kir

Li Wanê bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya ku di pêşengtiya KESK’ê de hate lidarxistin bûn. Cigirê Hevserokê HDP’ê yê Nadîr Yildirim ê ku di mîtîngê de axivî diyar kir ku dengê ‘Erê’ yên di 16’ê Nîsanê de ne meşrû ne û NA bi ser ket.

Li Wanê di pîrozbahiya 1’ê Gulanê ku ji aliyê KESK, TMMOB, DÎSK û TTB’ê ve li Çerxeriya Çandê ya Parka Aştiyê ya Mûsa Enter ve hate lidarxistin de Cigirê Hevserokê HDP’ê Nadîr Yildirim, Hevserokê HDP’ê yê Wanê Yakûp Ataş, Hevserokê DBP’ê yê Wanê Ahmet Aygûn, Parlemeterên HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, Adem Geverî, Dayikên Aştiyê, endamên TJA, HDP, DBP, EMEP , ESP û bi hezaran kes beşdar bûn.

Li Qada mîtîngê pankartên “Di rejîma Rewşa Awarte û BHQ’ê de ji referandûmê heta 1’ê Gulanê, li dijî hejariyê, bêbaweriyê, şer, qirkirin, teşeronkirin û faşîzmê re bi NA’yê 1’ê Gulanê” vekirin û wêneyên kesên ku 10’ê Cotmeha 1015’an, di qetlîama Enqerê de jiyana xwe ji dest dabûn hildan. EMEK jî bi rengê xwe beşdarî mîtîngê bû.

ARSLAN: EM Ê LI DIJÎ ENCAMÊN BI HÎLE YÊN REFERANDÛMÊ TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN

Di aktivîteyê de ewilê Berdevka Platforma KESK’ê ya Şaxa Wanê Fatma Arslan axivî û diyar kir tevî hemû astengiyan têkoşîna ku dikin wê bidimînin.

Arslan wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku sibe yên me ne. Em tarîtiya îro ji bo zarokên xwe nahêlin mîras. Bi qeyûman her roj bi dehan kes ji kar tên derxistin. Em ê li dijî encamên referandûma bi hîle têkoşînê xwe xurt û mezin bikin.

ÇETÎN TAŞ: ÊDÎ BES E

Endama MYK a KESK’ê Fatma Çetîn Kaya jî hemû kedkar silav kir û ev tişt got:

“Hezar silav ji kesên ku dixwestin li vir bin lê di girtîgehê de ne ku dilê wan li gel me. Êdî bese ku hûn li ser keda me rûnin. Êdî bese ji tine hesibandina vîna me re. Ji Rewşa Awarte û BNQ’ê re êdî bese. Êdî bese ku hemû rayeya welat bikin destê yek kesî de. Em ê heta dawî li dijî sîstema yek kesî bin. Em ji têkoşîna xwe gav bi şûnde navêjin. Em nakevin ser çok. Em ê bi teqez bi berxwedana xwe ser bikevin.

DOGAN: JI SEDÎ 50 GOTIN NA

Cigira Herokê Giştî yê EMEP’ê Şukran Dogan jî banga xurtkirina têkoşînê kir û got: “Li dijî vê rejîmê ji derveyî xurtkirina rêxistinkirina xwe ti rêya me ya din nîne. Ciwanên me ji %58 goton NA. Fikarekî ya siberojê heye. Jinên ku ji ber ku her roj 3-5 leşker tên kuştin gotin ji sedî 50 gotin Na. Em serî li ber we natewînin.”

YILDIRIM LI DIJÎ FAŞÎZMÊ BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR KIR

Di mîtîngê de herî dawî Cigirê Hevserokê HDP’ê Nadîr Yildirim anî ziman ku bi ruhê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û Newrozê di 1’ê Gulanê de daketine qadan.

Yildirim ê ku diyar kir ku 1’ê Gulanê Roja têkoşîna li dijî faşîzmê ye got: “Roja hê bilindkirin û xurtkirina têkoşînê ye.” Yildirim ê ji bo demokrasiyê ya ku yek ji pirsgirêka herî mezin a welat e banga têkoşînê kir wiha got: “Eger ku li welat pêşiyta faşîzmê neyê girtin wê her roj girtin, binaçavkirin BHQ û êşkencan ve şiyar bibin, pêşiya vê girtin de destê gel de ye. Eger ku li qadan têkoşîn xurt bibe wê faşîzim bişkê.”

Pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya Wanê bi stranên Hunermed Mem Ararat ve bi dawî bû.