Li Wanê cezayê hucreyê li 53 girtiyên siyasî hate birîn

Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê, 11 roj cezayê hucreyê li 53 girtiyên ji doza PKK'ê hate birîn. Birîna kûpurên rojnameyan weke sedema vî cezayî hate nîşandan.

Girtîgeha Tîpa F a Wanê ev du sal ên timî bi êşkence û zextê dikeve rojevê. Rêveberiya girtîgehê niha jî serî li rêbazeke cuda dide. Hinceta zext û zordariya li girtiyên siyasî tê kirin, vê carê jî bû kûpurên ji rojnameyan hatine jêkirin.

Rêveberiya girtîgehê, bi taybetî kûpurên ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî hatine birîn weke 'sûcê rêxistinî' hesiband û der barê 53 girtiyan de dest bi lêpirsînê kir. Di encama lêpirsînê de 11 roj cezayê girtina li hucreyê li 53 girtiyan hate birîn.

Malbatên ku çûn zarokên xwe yên li girtîgehê, ji wan re hat gotin, "Cezayê hucreyê li zarokên we hatiye birîn". Malbatan nerazîbûn nîşanî cezayê hucreyê dan û bang li raya giştî kirin ku li dijî van pêkanînên awarte yên li girtîgehên tîpa F û T ên Wanê baldar be û bikeve nava hewldanan.