Li Wanê binpêkirinên mafan ên salekê hatin eşkerekirin

Şaxa ÎHD’ê ya Wanê ragihand ku li Wanê di sala 2019’an de Hezar û 657 binpêkirinên mafan pêk hatine.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên sala 2019’an a li bajar eşkere kir. Li gorî rapora li avahiya komeleyê hate kirin di sala 2019’an de li bajar Hezar û 657 binpêkirin pêk hatine.

Serokê Şaxa ÎHD’ê Mûrat Melet di civînê de axivî û got: “Bajarê Wanê wek bajarê ‘qedexekirî’ tê nasîn. Her çiqas OHAL hatibe rakirin jî li bi awayek fîlî dewam dike.”

Melet bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Grûba Yorûm û ji Wezareta Dadê xwest guh bide daxwazên grûbê.

Piştî axaftina Melet, Rêveberê Navenda ÎHD’ê Kasim Kalkan rapor xwend. Kalkan diyar kir ku îqtîdar li Tirkiyê darazê wek amûrek zextdar li ser muxalîf û muxalefetê bikar tîne û got: “Li Tirkiyê azadiya gotinê û rêxistinkirinê di bin tehdîtan de ye. Li gel vê yekê jî şer û pevçûn her ku diçe kûr dibe û didomin. Ev yek dibe sedemê mirina însanan û binpêkirina mafan. Mafê hilbijartinê hatiye desteserkirin. Ev yek jî sepana kêfî ya îqtîdarê ye.”

Kalkan destnîşan kir ku li Tirkiyê di sala 2019’an de gelek rewşenbîr, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan ceza li wan hatine birîn û zextên li ser siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, rojnameger û rewşenbîran berdewam kir.

Kalkan destnîşan kir ku li herêmê di sala 2019’an de binpêkirinên mafan, êşkence û nêzîkatiyên xerab. Binpêkirina mafan ên li girtîgehan, qedexekirina mafê kombûn û xwepêşandanê û mudaxeleyan li ser wan, astengkirin û qedexkirina azadiya gotin û ramanê, azadiya çapemeniyê, tundiya li ser jinan û zarokan, windahiya mafên aborî û civakî binpêkirin pêk hatiye û di her kategoriya binpêkirina mafan de di salekê de bi giştî hezar û 657 binpêkirina mafan qewimîne.