Li Wanê binçavkirina bi êşkenceyê û sirûda faşîst

Li Wanê tîmên taybet bi êşkence û sirûda faşîst a Tirk bi ser malan de girtin.

Li Wanê tîmên taybet ên Tirk şevê dî bi derengî li navçeya Ipekyolu, li taxa Walî Mîthat Bey bi ser malên Kurdan de girtin. Tîmên taybet bi êşkenceyê rêveberê Bajêr ê DBP’ê yê Wanê Hakan Demir, Kenan Demir û kesekî dî yê ku navê wî nayê zanîn binçav kirin.

Bav Yakûp Demîr got nêzî 100 tîmên taybet bi çekan bi ser mala wan de girtine û her wiha di dema serdegirtinê sirûda faşîst a Tirk jî lêxistine. Demîr got nêzî 3 saetan li malê geriyane, tiştek bi dest ve neanîne û got dibe ku li emniyetê jî êşkenceyê dikin û ew ji  ewlehiya jiyana wan bi fikar in.

Qedexeya hevdîtinê ya 24 saetan li ser Hakan û Kenan Demîr danîn, ku Hakan û Kenan Demîr li Midûrîyeta Emniyetê ya Wanê têne girtin.