Li Wanê bi rengekî kêfî cezayê trafîkê tê birîn

AKP ku Tirkiye ji aliyê aborî ve aniye ber îflasê, berdêla vê yekê li ser gel ferz dike. Polîsên trafîkê yên li Wanê bi rengekî ne hiqûqî ceza li wesayitên li trafîkê dibirin.

Hikumeta AKP'ê bi desthilatdariya xwe ya ji 16 salan aboriya Tirkiyeyê aniye ber îflasê. Li bajarên Tirkiyeyê yek ji sê kesan bê kar in. Ev rêje li bajarên Kurdistanê bilindtir e. Zêdeyî 50 ji sedî yê nifûs aWanê bêkar in. AKP ji bo çareyê ji krîza aborî re peyda bike serî li rê û rêbazê ne hiqûqî dide. Yk ji van jî birîna cezayê trafîkê bi rengekî kêfî ye.

Li Wanê li her nuqteyên krîtîk ên trafîkê polîsên trafîkê hatine bicihkirin. Bi taybetî li kolan û rêyên herî qelebalix ên bajêr polîsên trafîkê hene. Polîsên trafîkê ji ber cezayên ku bi rengekî ne hiqûqî dibirin, welatiyan mexdûr dikin. Welatî neçar in pereyê li ber destê xwe bidin cezayê trafîkê. Carna gelek ceza di nava rojekê de li wesayitekê tê birîn. Cezayên trafîkê jî ji 500 lîreyî heta 6 hezar lîreyî ye. Midûriyeta Şaxê Kontrolkirinê ya Midûriyeta Trafîkê ya Midûrietiya Eminiyeta Bajarê Wanê, tenê sala 2017'an 22 milyon 232 hezar û 947 TL cezayê trafîkê li 21 hezar û 964 ajokeran birî. Bi zema sala 2018'an re ev cezayên li ajokarên Wanê hatine birîn bi du qatan zêde bn. Ji ber cezayê trafîkê mal û milkê gelek welatiyan hatine desteserkirn.

GEL BERDÊLA KRÎZA ABORIYÊ DIDE

AKP piştî hilbijartinên 24'ê Hezîranê berdêla krîza aboriyê bi gel dide dayin. Li rêyên qelebalix ên Wanê û rêyên navbera bajaran, bi navê kontrola trafîkê cezayên trafîkê yên ne hiqûqî tên birîn. Ev bê hiqûqî bi taybetî li ser rêyên Wan-Erdîş, Wan-Bedlîs, Wan-Colemêrgê zêde bû. Polîsên trafîkê yên li xaçerêyên li ser rêyên Wan-Bedlîsê û Wan-Erdîşê disekinin, ceza li hemû wesayitên ku li gorî pîvanên trafîkê tevdigerin dibirin. Polîsên trafîkê bi kamera û telefonên xwe, li hemû wesayitên li lampeyên trafîkê disekinin ceza dibirin. Bi taybetî li ceza li wesayitên ji Wan, Colemêrg, Bedlîs û Agiriyê tên birÎn.

'BI RENGEKÎ NE HIQÛQÎ CEZAYÊN TRAFÎKÊ DIBIRIN'

Xwediyekî wesayitê yê ji ANF'ê re axivî û ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike got, tevî ku ew li gorî pîvanên trafîkê tevgeriya jî polîsên trafîkê bi zanebûn ceza lê birîne. Û got, "Bi Rewşa Awarte re li Wanê hiqûq û qanûn nemane. Buhayê sotemeniyê ji xwe zêde ye. Di ser re em neçar in cezayên trafîkê yên ne hiqûqî bidin. Min heta niha pîvanên trafîkê qet binpê nekiriye,lê tevî vê yekê jî her hefteyê carekê neçar im cezayê trafîkê bidim. Cihekî ku em serî lê bidin û doza mafê xwe bikin nîne. Hemû qanûna ji bo xwe bi kar tînin. Wesayita min bi plaqeya Colemêrgê ye. Bawerim ji ber plaqeya Colemêrgê ewqasî ceza li wesayita min dibirin. Ev bê hiqûqî piştî hilbijartinê zêde bû."