Li Wanê bi hezaran ciwan di 'şahiya NA' de hatin gel hev
Li Wanê ji aliyê Ciwanên HDP'ê ve şahiya 'Ciwanên Wanê dibêjin NA' bi hezaran ciwan li hev civiyan û bi yek dengî gotin 'NA'.
Li Wanê ji aliyê Ciwanên HDP'ê ve şahiya 'Ciwanên Wanê dibêjin NA' bi hezaran ciwan li hev civiyan û bi yek dengî gotin 'NA'.
Li Wanê şahiya ku li salona dawetê ji aliyê Ciwanên HDP'yî ve hatî organîzekirin, Rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên Wanê, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, aktivîskên TJA û ciwanên HDP'yî tevlî bûn.
Şahiya ku bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kirî de destpêkê Hevseroka HDP'ê ya bajarê Wanê Gulistan Orhan axaftinek kurt kir û wiha got: "Kevneşopiya tekoşina Kurd, tevgerekî ya ciwanane, bi ciwanan ber bi serkerinê ve diçin."
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan jî axivî û wiha got; "Ciwanên Serhedê wê di 16'ê Nîsanê de hesab ji îxtidarê bipirsin. Di pêvajoya dîrokî de carek din ciwanan nîşan da ku li ser piyane. Yên ku hatîn vir Meha Adarê dayîn me, wê ciwan li vir dîroka 16'ê Nîsanê bidin. Bi rûhê ciwanên Kobanê, Şengalê û berxwedana girtiyên ku di gireva birçîbûnê de ne, em ê serbikevin, bi tekez em ê serbikevin. Bila Serokomar Erdogan, bibîne ku em pişta xwe didin kê. Ji bo Kemal Kûrkûtan, Pakîze Nayîran û Mehmet Tunçan ev ciwanên he pêwîst bike mal bi mal wê bigerin û wê ji îxtidarê tolê bigrin."
Peyama Hevserokên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag ku ji girtîgehê ji bo ciwanan şandibûn, di şahiyê de hate xwendin. Di şahiyê de bê navber dirûşmeyên 'Bi berxwedanê em ê serbikevin' hatin gotin.
Şahî bi guhdarkirina stranan û girtina govendê ve bi dawî bû.