Li Wanê bêkarî zêde bûye, dikandar tengav bûne

Serokê SMMMO ya Wanê Îbrahîm Şahîn diyar kir ku vîrûsa koronayê bandor li 90 ji sedî yê esnafên Wanê kiriye û got, "Eger bi vî rengî be wê krîz mezintir bibe. Bi tengaviya aboriyê bêkarî zêde dibe."

Li Wanê ji ber vîrûsa koronayê bi hezaran kes bêkar mane. Gelek dikandaran jî neçar man ku dikanên xwe bigirin. Bi hezaran kesên bêkar man û ti ewlehiya xwe nîne, bi deynên krediyê ketine demeke zor û zehmet. Mîna li tevahiya cîhanê ji bo pêşîgirtina li vîrûsa koronayê li Tirkiyeyê jî tevdîr hatin girtin. Qedexeya derketina derve û girtina kargehan çend ji van tevdîran bûn.

Ji ber qedexeya derketina derve û girtina kargehan bi hezaran kes bêkar man. Li bajarê Wanê, ji ber kesên ji Îranê û bajarên metropol ên mîna Stenbolê hatin, gelek kes bi vîrûsa koronayê ketin. Li Wanê ku nifûsa xwe milyonek û 200 hezar kes e, bi dehan gund, gundik, tax, apartman û xanî di karantînayê de ne. Li Wanê zêdeyî 50 hezar kes di karantînayê de ne.

ENCAMÊN XWE YÊN ABORIYÊ WÊ DI DEMA DIRÊJ DE GIRAN BIN

Serokê Odeya Herêmê ya Muşawîrên Malî û Hesabgirên Serbest (SMMMO) Îbrahîm Şahîn destnîşan kir ku pêvajoya li cîhanê bi Covîd-19 dest pê kir wê li Tirkiyeyê bi taybetî jî li Wanê di dema dirêj de encamên xwe yên giran hebin. Şahîn bi bîr xist ku encamên erdheja 2011'an a li Wanê hîn jî didomin û anî ziman, di çarçoveya têkoşîna dijî Covîd-19 de bi hezaran kargeh hatin girtin.

Şahîn ragihand, aboriya Wanê ku nebaş e bi pêvajoya şewbê re bêhtir nebaş bûye û got, "Aboriya bajarê me ji aliyê xizmetê, tûrîzmê, sewalkarî, çandinî û pîşesaziyê ve ji xwe di rewşeke tengav de bû, niha bi têkoşîna dijî şewbê re li ber rawestînê ye. Dikandarên bajarê me jî bi zerareke cidî re rû bi rû ne ku ji Adarê ve kargehên wan girtî ne."

BI RÊJEYA 90 JI SEDÎ BANDOR LI DIKANDARÊN WANÊ KIR

Şahîn diyar kir ku vîrûsa koronayê bi rêjeya 90 ji sedî bandor li dikandarên li Wanê kir û got, "Aboriya Wanê ku ji xwe nebaş bû bi vî rengî bidome wê bikeve nava krîzeke mezintir. Bi tengavbûna aboriyê re wê bêkarî jî zêde bibe. Kargehên ku ji ber Covîd-19 girtî ne di ser ÎŞ-KÛR'ê re alîkariyê bi karkeran re dike. Têkildarî dikandaran ji bankayên cemaweriyê paketên krediyê hatibûn bihîstin, lê belê bi têrkerî nikarin werbigirin.

Krîza bingehîn wê di dema bidawîbûna têkoşîna dijî şewbê eşkere bibe. Li dijî şewbê mîna li tevahiya cîhanê li welatê me jî hin tevdîr hatine girtin. Em ê bi hev re bibînin ku aboriya Tirkiye û Wanê piştî şewbê wê bi çi rengî be. Bi qasî ku tê dîtin wê aboriya Wanê tengav be."