Li Wanê banga ‘xwedî li zimanê xwe yê zikmakî’ derkeve hate kirin

Bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî li avahiya bajêr a HDP’ê ya Wanê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Di civînê de banga xwedîlêderketina zimanê zikmakî hate kirin.

Kurd ji 15’ê Gulana 2006’an û vir ve di 15’ê Gulanê de Cejna Zimanê Kurdî ya Neteweyî pîroz dikin. Di 15’ê Gulana 1932’an de kovara Hawar ji aliyê Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî li Şamê bi tîpên latînî hatiye derxistin.

Li avahiya bajêr a HDP’ê ya Wanê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Rêveberên HDP, DBP’ê û çalakgerên TJA’yê û rêveberên Kurdî-Derê beşdar bûn a ku bi Biryarnamea di Hukmê Qanûnan de hatibû girtin.

Rêveberê HDP’ê yê bajarê Wanê Ahmet Guler di civînê de axivî û diyar kir ku li ser gelên Mezopotamyayê yekzimanî hatiye ferzkirin.

Guler got ku, “Li hemberî vê ferzkirinê zimanê Kurdî li ber xwe daye û berdêlên giran daye. Lê di heman demê de gelê Kurd girîngiyeke mezin nade zimanê xwe û di jiyana rojane de hindikî bi Kurdî diaxive. Ji ber vê jî em bang li gelê xwe dikin ku di warê parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî de bêtir bihistyar bin.”