Li Wanê avahiya HDP'ê hate dorpêçkirin

Çalakiya 'zincîra aştiyê' ku HDP'ê li Wanê wê li dar bixista ji hêla polîsên Tirk ve tê astengkirin. Avahiya partiyê hatiye dorpêçkirin.

Rêxistina Bajêr a Wanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi çarçoweya 1'ê Îlonê, Roja Aştiya Cîhanî ji bo ku li Parkan Newrozê çalakiya 'zincîra aştiyê' li dar bixe li avahiya partiyê kom bû.

Gelek wekîlên HDP'ê, aktivîstên TJA'yê û rêveberên navendî û bajêr û navçeyê pêşmalkên bi nivîsa, ''Bi hev re li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştî'' li xwe kirin û maskeyên xemrî dane ber devê xwe.

Gel dema ku xwest biçe qada ku wê çalakî lê bibe polîsên Tirk bi barîkatan dora avahiya partiyê girtin.

Gelek kesên ku ji navçeyên Wanê dihatin jî li têketa bajêr hatin astengkirin.

Li avahiya partiyê gel hê jî biryardar e ku biçe Parka Newrozê û çalakiya xwe bike.