Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk danê vê sibehê li Wanê avêtin ser malan û 3 kes girtin binê çavan.
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk danê vê sibehê li Wanê avêtin ser malan û 3 kes girtin binê çavan.
Li Wanê, tîmên taybet ên jendermeyên Tirk bi îdîaya 'operasyona li dijî KCK'ê avêtin ser malan, deriyê xaniyan şikandin û ketin hundir.
Hêzên çekdar ên Tirk ku di dema serdegirtinê de hovîtî kirin, Okay Guven, Fettah Elmas û kesekî ku navê wî nehate hînbûn binçav kirin û birin qereqola jendermeyan.