Li Wanê 101 kesî ji bo bernamzetiyê serî li HDP'ê dan

Li Wanê wê 8 parlamenter bên hilbijartin. Ji bo van 8 parlamenteran 101 kesî serî li HDP'ê dan.

Rêxistina HDP'ê ya Wanê ragihand, li temamiya herêma Serhedê zêdeyî 350 serlêdanên ji bo bernamzetiyê li wan hatine kirin û 101 ji van li Wanê hatine kirin.

Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Wanê, serlêdanên bernamzetiyê yên ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê li wan hatine kirin, li avahiya partiyê civînekê ji gel re ragihand. Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Umît Dede beriya civînê daxuyaniyek da û diyar kir ku dema serlêdana ji bo bernamzetiyê qediya ye. Dede got, "Li gel zext û zordariyê jî HDP wê di vê hilbijartinê de bi ser bikeve. Em spasiya hemû mirovên xwe yên serî li me dane dikin."

SERLÊDANA LI HERÊMA SERHEDÊ 350 DERBAS KIR

Piştî Dede endamê Komîsyona Hilbijartinê Mahmût Dûman li ser serlêdanên bernamzetiyê agahî da. Dûman diyar kir ku li gelemperiya herêma Serhedê zêdeyî 350 kesî ji bo bernamzetiyê serî li wan dane û got, 101 ji van li Wanê ne. Dûman anî ziman ku kesên ji bajarên din ji bo Wanê serî lê dane di nava hejmara 101 kesî de nîne û ragihand ku ev hejmar wê ji aliyê Navenda Giştî ya HDP'ê ve were eşkerekirin.

JI 7'Ê HEZÎRANÊ BÊHTIR BALÊ DIKIŞÎNE

Li Wanê wê bi giştî 8 parlamenter bên hilbijartin. Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de 97 kesî ji bo bernamzetiyê serî li HDP'ê dabû. Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê ev hejmar bû 101.