Li Wan û Colemêrgê fatûreyên zêde têne birîn

Li Wanê şîrketên AKSA, VEPSAŞ û VASKÎ li Colemêrgê jî şîrketên Akmercan û VEDAŞ, ji ber fatûreyên xwe yên zêde bûn sedema nerazîbûna civakê.

Ji ber fatûreyên zêde li Wan û Colemêrgê gaza xwezayî, elektrîk û ava li sedan malî hatine birîn.

Li Colemêrg û Wanê di mehên Nîsan û Gulanê de li ser hev fatûreyên gelekî zêde hatin ku ev yek bû sedema nerazîbûnan. Tevî ku hewa germ bûye şîrketên gaza xwezayî AKSA û Akmercan ji 500 heta 1000 TL'î fatûre li şêniyên herêmê birîn.

Saziyên din ên dewletê VEPSAŞ ji 200 heta 500 TL'î, VASKÎ jî ji 2 hezar heta 7 hezar TL'î fatûreyên avê şandin. Gelek mirovên ku nekarîn fatûreyan bidin ketin ber îcrayê. Şêniyên herêmê diyar dikin ku ji ber fatûreyên zêde ew tengav bûne û nerazîbûn nîşan dan.