Li Tendûrekê bomberdûman: Zozan tên valakirin

Hat diyarkirin ku ji ber operasyona leşkerî ya li Çiyayê Tendûrek ê Agiriyê destpêkirî bomberûman û şer derketiye. Hat hînbûn ku dixwazin zozanên ku bomberdûman lê pêk hatin vala bikin.

Şer û bomberdûmana ji duh saetên sibehê ve ya li ser Çiyayê Tendûrek ê dikeve navbera sînorê Giyadîn û Agiriyê de despêkirî, dewam dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyê herêmê hatin girtin, hatin diyarkirin ku tevgera balafirên keşfê yên bê mirov ji saetên şevê ve dewam dike. Duh şev di saet 21:00’an de herêma Gola Qulingan a dikeve navbera Zozana Gurd û Zozana Axiliyê de ji aliyê helîkopter û balafirên şer ve hate bombe kirin.

Li gel domandin şer, leşkerên li herêmê dixwazin zozan bên valakirin. Her wisa 3 kesên ku navên wan nehatin zanîn jî binçavkirine û hate diyarkirin ku hinek kes bi zorê ji zozanan derxistine.

Hat ragihandin ku li cihên ku şer lê dom dike jî dû bilind dibe. Li herêmê dem bi dem dengê çekan bilind dibe û tevgera hewayî dewam dike.