Li Tebqayê şer giran e

Li taxên El Bûîsa, El Heso, El Salem û herêma Pîşesaziyê yên Tebqayê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Şerê ku duh nîvê şevê saet di 01:00 de dest pê kir, hê dewam dike. Di vî şerî de heta niha bi dehan çete hatine kuştin. Sê tankên çeteyên DAIŞ'ê jî ketin destê şervanên QSD'ê.

Wekî din, wesayîteke sivîlan a ji taxên çete lê bûn derket û berê xwe da qadên azad ên şervanan, di rê de pê li mayineke çeteyan kir. Li gorî agahiyan, ji ber teqînê çend sivîlan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Der barê hejmara mirî û birîndaran agahiyeke zelal bi dest neket.

Li nava bajêr şerekî dijwar diqewime.