Li taxa Alîpaşayê hilweşandin qediya, kolandinê dest pê kir

Li taxa Alîpaşa ya navçeya Sûr a Amedê, hilweşandina xaniyan qediya û kolandinê dest pê kir. Bi kolandinê re hîmê avahiyên nû jî tên danîn.

Gava yekem a xerakirina herêmên taxên Lalebey û Alîpaşa yên navçeya Sûrê bi dawî bûn. Li aliyekî taxa Alîpaşa tê xerakirin û li aliyê din jî cihên malên hatin xerakirin tên kolandin. Welatiyên taxê û karkerên girêdayî fîrmayên mutehîtan gotin ku ji bo çêkirina xaniyên nû, dest bi xebatan kirine. 

Hevberdevkê Platforma 'Na ji rûxandina Sûrê re' Buşra Cîzrelîogûllari ji Ajansa Mezopotamyayê re têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku Sûr mîna qada sîtê ya şaristaniya dîrokî dibin parastinê deye. Cîzrelîogûllari da zanîn ku divê di bin çavderiya lêkolîn û tespîtên zanistî de kolandin bên kirin û got: "Bi ti awayî xebatên zanîstiyê nayên kirin. Niha, diviyabû ekîbek pispor û arkeolog li qadê bûna. Lê tiştekî wiha tine ye û xebat tê kirin."

Cîzrelîogûllari anî ziman ku kolandin li gorî qeyd û hiqûqê nayê kirin û wiha domand: "Her metreyek Sûrê dîrokek e. Ji ber vê yekê em nizanin di rûxandin û kolandinê de ka wê çi derkeve. Em dixwazin demildest xebatên kolandinê bên rawestandin. Di her derba li axê bikeve de, dibe ku bermahiyên dîrokî derbikevin. Divê haya hikumetê ji vê hebe."

Cîzrelîogûllari dest nîşan kir ku tê gotin, kolandin ji bo xaniyên nû ava bikin hatiye destpêkirin û wiha domand: "Bi rastî çi dibe em nizanin. Bingeha çi tê danîn, em pê nizanin. Ji bo ku Komeleya Arkeologan cihê xwe di kolandinê de bigirin hevdîtinên me hene. Têkildarî kolandin û wêrankirinê me ji Wezareta Bajarvanî û Derdorê re nivîs nivîsandin. Lê hemû hewldanên me bê encam hiştin."

Cîzrelîogûllari diyar kir, ku xebatên kolandinê bi zelalî nayên kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di vê pêvajoyê de tiştek bi zelalî bi rê ve naçe. Hemû tişt sergirtî tên kirin. Tevî ku mafê me heye em bên agahdarbikin jî, em ji vî mafê xwe bêpar tiştin û tiştekî ji me re nabêjin."