Li Swîsreyê platforma 'NA' hate avakirin

Li Swîsreyê ji bo referandûma 16'ê Nîsanê ya ji bo Destûra Bingehîn, platforma 'NA' hat avakirin.

Ji bo  avakirina platformê di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Penaberên ku neçar hatine hiştin li Swîsreyê bijîn; ji kîjan alî ve jî mirov binere diyar e ku hatine me ya vê derê ne bi dilê me ye’’

Di daxuyaniya Platrorma Na de hat ragihandin ku, ev platform li dijî istîsmarkirina çînî,netewî,zayendî, bawerî û talankirina xwezayê, li dijî zihniyete paşverû û faşîst wek pêvajoyekî têkoşînê ye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Bi vê wateyê  em avakirina xwe radigihînin û hemû xebatên xwe yê vê pêvajoyê  bi NA’yê re em ê bikin yek.”

Penaberên li Swîsreyê dijîn bila her kes bizanibe hatina me ya li Swîsreyê  ne ji kêfa me bû. Ji ber sedemên siyasî aborî em hatin erdnîgariyekî cûda. Ji ber van sedeman me gelek berdêl daye û he jî didin.

Naxwe ji bo ev hemû êrîş ji yên biçûk ta bi yên mezin bi gavên biçûk werin pûçkirin, li dijî destûra berdest û li dijî destûra ku pêşbîniya wê dikin nerazîbûna xwe nîşan bide û bibêje, NA.

Platforma Na ya Swîsreyê wê ji bo hilbijartinên dema pêş me, bi çalakiyên cûr be cûr wê bi were  li hemû qadan be. Kirdeyên bingehîn yên vê xebatê hûn in, em xwedî li çalakiyan derbikevin û wan bi rê ve bibin.’’

Di nava Platforma Na ya Swîsreyê de İDHF-DKH-i, Jina Nû, YDG, DEM-KURD, İABF, DİDF, HDK-İ, YJK-S, Kongreya-ZGKE û Partiya Yekgirtî ya Şoreşê cih digre.