NÛ BÛ

Kurd û dostên wan li gelek navendên Ewropayê daketin qadan: Parastina Rojava erka mirovahiyê ye!

Kurdistanî û dostên wan li gelek navendên Ewropayê daketin qadan banga hevgirtinê kirin û diyar kirin ku pêşîgirtina li komkujiyên li dijî sivîlan û parastina Şoreşa Rojava erka mirovahiyê ye.

Li gelek navendên Ewropayê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, bi pêşengiya federasyon û navendên girêdayî Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E), meclisên girêday Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û rêxistinên ciwanên Kurd çalakî li dar xistin.

HAMBURG

Li bajarê Hamburgê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û dilsoziya bi gelê Rojava re meşek girseyî hat lidarxistin.

Enternasyonalîstên Elman û komên çep ên Tirk jî piştgirî dan meşa ku bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hamburgê (DKTM), Meclîsa Jinê ya Rojbîn û Tevgera Ciwanên Şoreşger hat lidarxistin. Girseya li stasyona trenê ya navendî ya Hamburgê li hev kom bûn, ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê dest bi meşê kirin. Parlamenterê Partiya Çep Norbert Hakbusch diyar kir ku ew weke partî her tim li gel têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd in û ji niha û pê ve jî wê li ber xwe bidin.

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn Anja Flach axivî û diyar kir ku komkujiyên li dijî sivîlan sûcên li dijî mirovahiyê ne û destnîşan kir ku di şer de herî zêde jin û zarok rastî êrîşan tên. Anja Flach anî ziman ku îradeya gel ji hemû çekan bi hêztir e û got, "Divê her mirovekî xwedî wijdan di vê pêvajoyê de dengê xwe bilind bike û xwedî li Rojava derkeve.”

Parêzer Yavuz Fersoglû di axaftina xwe ya bi Elmanî de diyar kir ku dewletên ku li hemberî êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk bêdeng dimînin hevparê vî sûcî ne.

Girseya ku ji hezar kesî pêk dihat dema ji ber Girtîgeha Damtorê derbas dibûn bê navber dirûşmên "Ji girtiyên siyasî re azadî", "Ji Kenan Ayaz re azadî" û "Ji Kadrî Saka re azadî" berz kirin.

Di meşê de bi sedan alên YPG'ê hatin hilgirtin û dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Qatil Erdogan", "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin. Di meşê de ala Kurdistanê ya mezin a ji rengên kesk-zer-sor pêk dihat jî hat hilgirtin. Meş heta taxa Sternschanze bi dirûşme û tilîliyan berdewam kir.

DEN HAAG

Li bajarê Korte Voorhout ê bajarê Den Haag ê Holandayê li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya ku bi pêşengiya Dem-Nedê hat lidarxistin de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê” hatin berzkirin. Girseyê soza parastina destkeftiyên Rojava dan.

BODENSEEE

Kurdistaniyên li bajarê Ravensburg ê herêma Bodensee ya eyaleta Baden-Wurtemberg a Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina êrîşa dewletên mêtinger û çeteyan ên li ser Rojava, mîtîng li dar xistin. Li gel barana dijwar jî dostên Kurdan ên Elman jî beşdarî çalakiyê bûn.

Di mîtîngê de bi sedan belavok hatin belavkirin û peyama “Rojava xeta me ya sor e, em heta dawiyê bi Rojava re ne” hat dayîn.

BASEL

Li ser banga Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û enternasyonalîstan li Baselê meşek hat lidarxistin. Çalakgerên li Parka De Wette kom bûn, ji bo şehîdan deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê YJK-S’ê daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin.

Endama YJK-S’ê Ozen Aytaç daxuyaniya bi Elmanî xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên faşîst ên paşverû bi êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Rojava hewl dide li Sûriyeyê kaos û pevçûnan gurtir bike. Eşkere ye ku ev yek wê li Sûriye û Rojhilata Navîn bibe sedema komkujî û qirkirina zêdetir. Dê formek nû ya terorîzma îslamî derkeve holê ku wê bibe sedema karesatên mezin ên mirovî. Ev yek ji bo Rojava/Sûriyê metirsiyê çêdike; ev dibe sedema encamên cidî yên herêmî û cîhanî. Ji bo vê jî divê  bêyî ku sînoran nas bikin şoreşê biparêzin û li dijî dagirkeriyê xwedî helwest bin. Weke YJK-S em bang li gel, jin, dostên xwe û her kes dikin ku parastina Rojava bikin û li cem mirovahiyê bin. Berxwedan ne alternatîfek e, erkek e."

Sekretera Partiya Basel BastA Fransizka Stier a ku beşdarî çalakiyê bû jî axaftinek kir. Stier di axaftina xwe de diyar kir ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ne durist e û got, “Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan di şerê Ukrayna û Filistînê de xwe wek navbeynkar û aştîxwaz nîşan dide. Lê di heman demê de Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike. Em ji bo vê hatin cem hev. Li Sûriyeyê şer heye. Divê em jî xwedî li şoreşa Rojava derkevin.”

Piştî axaftinan girse tevî barana zêde dest bi meşê kir û bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin Jiyan Azadî" heta Qada Dreîrosenbrucke meşiyan.

Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya li qadê axaftinek kir. Dîlan Çetînkay şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji ber rola wan a serkeftî ya di veguhestina gelên li herêmên dagirkirî ji bo herêmên ewle û serkeftina wan a li Dêrezorê pîroz kir û got, "Hêzên YPJ, YPG û QSD'ê bi taybetî Jinên Kurd, mizgîniyê didin me. Em di wê baweriyê de ne ku yên DAÎŞ têk birin wê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê jî têk bibin. Em ê hevgirtina xwe ya bi Rojava re mezintir bikin. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Parastina wê di serî de erka me jinan e.”

Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

DRESDEN

Li Neustadta a li bajarê Elmanyayê Dresdenê, bi pêşengiya Meclisa Gel a Dresdenê, Jina Mala û Înîsiyatîfa Kurdistanê mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de êrîşên li ser gelê Kurd ên komên cîhadîst ên girêdayî dewleta Tirk hatin protestokirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku divê di dema herî kurt de ev êrîşên ku destkeftiyên Kurdan ên li herêmê hedef digirin bên rawestandin û di serî de Elmanya bang li dewletên Ewropî hate kirin ku li dijî dewleta Tirk a ku piştgiriyê dide çeteyên cîhadîst û li dijî gelê Rojava. komkujiyan dike, gavan bavêjin. Hat diyarkirin ku bi taybet ji bo pêşîlêgirtina komkujiyan divê nerazîbûneke navneteweyî bê nîşandan û bang li gelan hat kirin ku her roj dengê xwe li qadan bilind bikin û xwedî li gelê Rojavayê derkevin. Di mîtîngê de  bi sedan belavok hatin belavkirin û ji bo meşa 14'ê Kanûnê ku saet di 14.00'an de wê li Altmarkt-Galerîe bê lidarxistin banga tevlêbûnê hat kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rojava", "Jin Jiyan Azadî" û "Hoch die internationale Solidarität" hatin berzkirin.

CENEVRE

Tora Serhildanê ya Enternasyonalîst ku li Fransa, Belçîka û Swîsreyê li ser esasê parastina Şoreşa Rojava û piştgirîdayîna Kurdistanê xebatên xwe didomîne, li bajarê Swîsreyê Cenevreyê çalakiyek li dar xist û banga xwedîlêderketina Şoreşa Rojavayê kir.

Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi rê ve dibin, hatin protestokirin û banga tevlêbûna kampanyaya alîkariyê hat kirin ku ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve ji bo koçberên ji Til Rifet û Şehbayê ji cih û warên xwe bûne, hatiye destpêkirin.

Girse li Qada Navigationê kom bû û daxuyanî da. Li ser navê Tora Serhildanê Angelina Marayê peyama #RiseUp4Rojava'yê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê weşandibû, xwend.

Angelina Marayê da zanîn ku di encama berxwedana destanî ya bi hevgirtina enternasyonalîst de şêwejiyaneke demokratîk, ekolojîk û li ser bingeha azadiya jinê hat avakirin. Angelina Marayê diyar kir ku armanca êrîşan tunekirina jiyana demokratîk e û got, "Em ê bi gelê Kurd re Şoreşa Rojava biparêzin."

Piştî axaftina Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel ku banga têkoşîna li dijî êrîşan kir, çalakî bi dawî bû.

LORIENT

Bi bangawaziya CDK-F’ê Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li qada şaredariyê ya li bajarê Fransayê Lorientê li hev kom bûn.

Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk ev 26 sal in Rêber Apo di bin tecrîd û zextên giran ên li Îmraliyê de digire û ji aliyê din ve jî di şerê Sûriyeyê de bi rêya çeteyên xwe yên paramîlîter planên jiholêrakirina destkeftiyên gelê Kurd dike. Lê belê çawa ku gelê Kurd bi ruhê berxwedanê yê Kobaniyê DAÎŞ têk bir, dê qedera van çeteyan jî bi heman awayî be.

Di çalakiyê de bal kişandin ser bêdengiya hêzên navneteweyî û raya giştî ya cîhanî jî û bangawaziya "Em bibin dengê bindestan, em xwedî li nirxên azadî, edalet û rûmetê derkevin" hat kirin.

Her wiha li ser banga Heyva Sor a Kurdistanê, ji Kurdistanî û dostên wan ên li dîasporayê hate xwestin ku bi hişmendiyeke berpirsyar piştgiriya kampanyayê bikin.

Di çalakiyê de belavokên Fransî yên ji aliyê CDK-F'ê ve hatibûn amadekirin, hatin belavkirin û dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Gerîla" hatin berz kirin. Di axaftinên li ser navê dost û hogiran de jî peyamên piştgirîdayîna Kurd hatin dayîn.

FRANKFURT

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya TCŞ û TEKO-JIN’ê li Oper Platzê meş lidarxistin.

Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin protestokirin. Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz axivî û got: “Îro ciwanên Kurd li dijî çeteyên hov ên Tirk berxwedaneke mezin didin. Divê xwedî li wan derkevin û bibin dengê wan.”

Li ser navê TCŞ û TEKO-JIN’ê jî Hakî Botan axivî. Botan bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û wiha got: “Gelê Kurd wê berisiva wan êrîşan bide. Em divê berxwedana gelê xwe yê li Rojava mezin bikin.”

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya ê Fransayê bi pêşengiya TCŞ li dijî dagirkerî û tecrîda Îmraliyê meşekî girseyî hate lidarxistin.

Meş li herêma Canabiere ya bajêr destpê kir û heta avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dewam kir.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên  "Bijî berxwedana Rojava", “Bijî YPG", "Bijî YPJ", “Bijî Serok APO" û “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” hatin berzkirin.

Di daxuyaniya li pêşiya avahiya NY’ê de hate diyarkirin ku bi piştgiriya Tirkiye ya ji bo komên terorîst, Kurdên li herêmên Til Rifet û Efrînê bi zorê têne koçberkirin.

NANTES

Li bajarê Nantes ê Fransayê bi armanca silavkirina berxwedana li Rojava çalakiyekî girseyî hate lidarxistin.

Girseya ku li Place de Bretagne li hev civiyan, dirûşmeyên “Şoreşa Rojava ne bi tenê ye”, “Ji gelê Kurd re azadî “, “Bijî berxwedana Rojava”, "Bijî berxwedana YPJ-YPG” berz kirin.

Di axaftinên çalakiyê de bal kişandin ser gefên li ser Rojava û girîngiya piştevaniya navneteweyî. Sazî û partiyên weke Union Communiste Libertaire, Partiya Komunîst a Fransa û Partiya Karkeran a Fransayê piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Nantesê Kawa Zindar daxuyanî da û wiha got: “Em êrîşên li ser Rojava ji DAÎŞ’ û çeteyên wekî wan dizanin. Di êrîşên niha de emelên ku DAÎŞ’ê nekarî bike, dewleta Tirk û çeteyên wî hewl didin bikin. Lewma em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku piştgirî bidin têkoşîna Kurdan. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li şoreşa jinê ya li Rojava derkevin.”

KASSEL

Gelê Kurd û enternasyonalîst, li Hauptbahnhofa li bajarê Elmanyayê Kasselê li hev kom bûn û êrîşên li ser Rojavayê protesto kirin. Di çalakiyê de Hevserokê Meclisa Gel a Kasselê û Koma Çepgir Fantosma ya Elman jî daxuyanî dan. Di çalakiyê de bi berzkirina dirûşmeyan li Qada Am Sternê meş hat lidarxistin.

FREIBURG

Li bajarê Elmanyayê Freiburgê gel êrîşên çetewarî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojavayê protesto kirin. Çalakî ji aliyê meclisa gel ve hat organîzekirin û ji bo şehîdên şoreşê bi rêzgirtinê dest pê kir. Gelek Kurd û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alayên QSD, YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin. Di tevahiya çalakiyê de “Bijî berxwedana Rojava", “Bijî berxwedana gerîla" , “Terorîst Erdogan” û “Bijî berxwedana YPG/YPJ" hatin berzkirin. 

ULM


Bi bangawaziya saziyên li herêmê ADHF, AGÎF, FED-GEL û ATIF'ê ku pêkhateyên ADGB Ulmê ne, li navenda bajarê  Ulmê mitîngek hate lidarxistin. Nûnerên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) yên Ulmê bi axaftinên bi Tirkî û Elmanî ji raya giştî agahdar kirin.
Di çalakiyê de êrîşên li ser gelê Kurd û gelên din ên herêmê yên bi destê komên cîhadîst ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, hatin protestokirin.
Beşdarvanan pankarta "Defend Rojava” vekirin û diyar kirin ku divê êrîşên li ser destkeftiyên herêmê yên Kurdan demildest rawestin û  di serî de Elmanya bangawaziya dewletên Ewropî kirin ku li dijî dewleta Tirk a ku piştgiriya çeteyan dike û li dijî gelên Rojavayê komkujiyan pêk tîne, gavan biavêjin.
Çalakî li pêşiya bazara Noelê hat lidarxistin û  dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rojava", "Jin Jiyan Azadî", "Turkische Armee raus aus Kurdistan", "Hoch die internationale Solidaritat" hatin berzkirin.


STRASBURG


Li bajarê Fransayê Strasburgê bi pêşengiya TCŞ’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên paramîlîter ên li ser Rojavayê meşek hat lidarxistin.
Çalakî li Place de la Bourse heta Place Republiqueyê hat lidarxistin û Kurdistanî û dostên wan li herêma Alsace dijîn jî beşdarî çalakiyê bûn.
Di meşê de pankartên ku bal kişamdin ser êrîşên li ser Rojava hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin Jiyan Azadî", " Bijî berxwedana gerîla ", "Bê Serok jiyan nabe", "Qatil Erdogan” û “Dewleta Tirk faşîst e” hatin berzkirin.
Piştî meşê, ji bo şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêzgirtin hat girtin û piştre axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk hewl dide destkeftiyên Kurdan ji holê rake û qirkirinê li ser gelê Kurd ferz dike. Her wiha di serî de Rojava bangawaziya mezinkirina têkoşînê û parastina destkeftiyan hat kirin.


ATÎNA


Li Atinayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ)  meşek hat lidarxistin. Bi dehan kes li dijî êrîşên li ser Rojavayê li ber Akademiasê li hev kom bûn û heta Balyozxaneya Tirk meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî Kurdistan", "Kujer Erdogan", "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Berxwedana Efrînê", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Dîsa dîsa serhildan, Serokê me Ocalan", "Jin Jiyan Azadî". "Terorîst Erdogan", "Faşîst Erdogan", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Îsmet Akkûrt li ser navê Komeleya Çanda Kurdî ya Atinayê axivî û diyar kir ku divê her ciwan, her jin, her Kurdek li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê destê xwe dane ser wijdana xwe û got, “Heger pêwîst bike divê em hemû biçin Rojava."
Azad Amed jî li ser navê TCŞ’ê axivî û got: “Em ê bi ruhê şehîd Asya û şehîd Rojger, bi fikir û perspektîfên Serok Apo vî şerî mezin bikin. Wekî tê zanîn Şoreşa Rojava bi pêşengiya jin û ciwanên Kurd bi ser ket. Niha dora me ye ku em vê berpirsyariya dîrokî bi cih bînin. Divê em dakevin qadan û li dijî faşîzmê têkoşînê bilind bikin."
RiseUpForRojava Yunanistan (Însiyatîfa ji bo Rêjava Rabe Ser Piyan) di axaftina xwe de diyar kirin ku Şoreşa Rojavayê têkoşîneke enternasyonalîst bû û divê hemû cîhan xwedî li Rojava derkeve.
Çalakî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.


VIYANA


Kurdistanî û dostên wan li paytexta Awistûrya Viyanayê daketin qadan û bi pêşengiya Dem Kurdê meşek li dar xistin.
Çalakî li Christian-Broda-Platzê hat lidarxistin û ji bo hemû şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Dr. Sabrî li ser navê PYD’ê axivî û destnîşan kir ku li Rojava berxwedaneke mezin tê dayîn û gelê Kurd dê di vê berxwedanê de bi ser bikeve. Piştre nûnerên koma çepgir ên Partîzanê axaftin kirin. Di axaftinan de banga mezinkirina şoreşa li Rojavayê hat kirin.
Endamê Dîwanê yê Dem Kurdê Halîs Gimgim jî axivî û got: "Em berxwedana li Til Rifat, Şehba, Minbic, Qamişlo, Dêrik û Hesekê silav dikin. Dewleta Tirk a dagirker berê jî ev yek kir. Hewl dan me tune bikin, lê me bi berxwedana xwe bersiveke pir baş da wan û ew bi ser neketin. Niha jî wê heman tişt bibe. Heta ku em Rojava û Rêber Apo azad nekin em ê bêdeng nebin û biherikin qadan."
Gel piştî axaftinan heta Qada Heldenplatzê meşiya. Meş bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.


KIEL


Li bajarê Kiel ê Elmanyayê, bi pêşengiya Rêxistina Parastina Kurdistanê û Meclisa Gelê Kurd a Demokratîk a Kielê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojava bi meşekê hatin protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Kielê li Stresemannplatz Kielê li hev civiyan. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Girse bi pankartan dest bi meşê kir û peyama "Divê em hemû bi hev re têbikoşin" dan.

BERLİN

 

STUTTGART