Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo careke din serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo careke din serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji bo dîtina Rêber Apo parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Emran Emekçî û Sûzan Akîpa serlêdan kirin.
Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û di heman demê de xwestin, girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bibînin.
Rêber Apo di hevdîtina 23'ê Cotmehê de diyar kiribû ku tecrîd dewam dike.