Li Sûrê talana dewletê berdewam dike

Li Sûrê 'qedexeya derketina derve' berdewam dike. Kevirên reş ên ku bi qemyonan li Geliyê Dîclê vala dikin jî şahidên herî mezin ên talana li Sûrê ne.

Malbatên ku salên 90’î ji ber sedema polîtîkayên dewleta Tirk ên valakirina gundan neçar mabûn ku werin bajaran, li Sûrê bi derfetên xwe, di malên yek çavî de ku wan ji xwe re lêkiribin dijiyan û li van deran, di nav parastina kuçeyan de bi nanoziko jî be debara xwe dikirin. Lê hêzên dewletê bi êrîşên xwe ev navçeya ku hejartirîn beşê Amedê bû serûbin kir û gelê vir xiste felaketeke dî. Li gorî lêkolînan û dîmenên peykî yên Odeya Plangerên Bajêr a TMMOB’ê hate tespîkitin ku li herêmê bi giştî 312 avanî hatine hilweşandin. Li gorî qetên bînahiyan jî wiha ye. 1 qatî 243, 2 qatî 943, 3 qatî 69, 4 qatî 15, 5 qatî 30, 6 qatî 10 avahî. Berfirehiya herêma ku hatî hilweşandina 11,6 hektar bû, di nav van avaniyan de 56 Mînakên Mîmariya Sivîl a Pejirandî, 68 jê Avaniya Nirxdar a Hawîrdorê hebûn, bi giştî 3 hezar bînahî hatin hilweşandin. Ji bo avakirina qereqolên mezin hilweşandina didome, hate ragihandin ku 17 jê pejirandî, 42 avaniyên kevneşopî bi giştî wê 976 avanî werin hilweşandin.

GEL DIXWAZE VEGERE LÊ DEWLET ASTENG DIKE

Ji 50 hezar nifûsa Sûrê 23 hezar jê neçar man ku koçî naçeyan bikin ku di serî de Baglar tê. Li gorî lêkolînan avaniyên şêniyên ku ji ber şerê ji şûnwarên wan hatin kirin sedî 52 an ziyan gihaye wan an jî bi temamî hatine rûxandin. Têkildarî rewşa sedî 20 xaniyan hê agahiyeke zelal nehatiye dayin. Sedî 30 ê gel piştî koç kir karê di destê wan de ji dest wan çû, sedî 64.8 dixwazin vegerin Sûrê, sedî 30 di halê hazir de vegeriyaye, sedî 94,5 li dijî camewerîkirinê ye lê li gel vê jî desthilatdariya AKP’ê ku hewl dide 6 hezar û 300 parsel qadî bike ‘camewerî’ helwestên di vê mijarê de guhdar nake û bi lez û bez hildiweşîne. Di nav vê çarçoweyê de serlêdana Baroya Amedê ya ji bo betalkirina camewerîkirina lezgîn ku li Seroktiya Daîreya 6. a Şêwra Dewletê vekirî rojên bihurî hate redkirin.

LI SÛRÊ EKONOMÎ LI BER NEMANÊ YE

Li Sûrê tenê hilweşîna kulturî na, hilweşîneke civakî û ekonomîk jî tê jiyîn. Di dema qedexeyê de li Sûrê nêzîkî 600 Milyon TL windahiyeke aborî çêbû. Ji ber qedexeyan, di dema şer de ji bo dorpêçê gelek dikandaran dirabeyên xwe anîn xwarê û îflas kirin. Bi ser rewşa heyî de dema ku krîza aborî jî hat li Sûrê aborî hate ber rewşa nemanê.

SÛRIYEYIYÊN KU WELATÎBÛN DABÛNE WAN LI SÛRÊ TÊNE BICIHKIRIN

Li Sûrê ji hêlekê ve hilweşîn berdewam dike, li şûna şêniyên Sûrê ku ji ber sedema şer neçarî koçkirinê bûn, penaberên Sûriyê têne bicihkirin. Li Alîpaşa, Melîkahmet, Îskenderpaşa, Suleyman Nazîf, Ziya Gokalp, Lalebet, Abdal Dede, Camî Kebîr û Camî Nebî ji bo ku Sûriyên li van taxan bi cih bûne deng bi kar bînin amadekarî têne kirin. Di lîsteyan de ku ji bo muxtaran hatine şandin gelek Sûriyeyî hene, ev jî di nav şêniyên Sûrê de rê li ber nerazîbûnan vedike û dibêjin ji serî de hesabê wan ev bûye.