Li Sûrê hilweşandin dewam dike: 3 kes hatin binçavkirin

Li Sûrê, xaniyê Ayşe Duh ji aliyê polîs û tîma hilweşîner a dewletê ve tevî alavên tê de hate xerakirin. Mirovên li ber vê rabûn, bûn hedefa polîsan. Polîsên Tirk gule berdan hewayê û 3 kes binçav kirin.

Li taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeya Sûr a Amedê, li gel nerazîbûnan, hêzên çekdar ên dewleta Tirk xaniyê Kurdan xera dikin û mirovan bi zorê ji malên wan derdixînin. Duh zabiteyên ser bi qeyûm ve, bi zorê Mala Şînê ya Alîpaşa xera kiribûn. Îro jî polîsan danê sibehê kolana Kûtlû ya Alîpaşa dorpêç kirine. Li gel wesayitên zirxî, TOMA û gelek polîsan tîmên hilweşîner ên dewleta Tirk ketin nava kolanê.

Hêzên çekdar ên rejîma AKP'ê xwestin bi zorê xaniyê Ayşe Dun xera bikin. Dun nerazîbûn nîşanî vê da. Polîsên Tirk û tîmên hilweşîner nehiştin ku Dun alavên xwe jî derxîne û yekser xanî xera kirin. Xwediya xanî Ayşe Dun û kurê wê Sadik Dun li ber hilweşandinê rabûn. Li ser vê yekê, polîsên Tirk bi ço êrîşî dayikê û kurê wê kirin û ew bi zorê ji herêmê derxistin. Li ser vê yekê şêniyên taxê nerazîbûn nîşan dan û ji bo girseyê ji hev belav bikin, gule berdan hewayê.

Polîsên Tirk û tîmên hilweşîner, piştî vê êrîşê bi makîneyên kar, xaniyê malbata Gun tevî alavên tê de hilweşandin. Sadik Gun, Okan Barûtçûoglû û kesekî navê wî nehat zanîn ên nerazîbûn nîşanî vê yekê dan, ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin.

Nayê zanîn bê kesên hatine binçavkirin bi ku ve birine. Li taxê, polîsên Tirk hê jî xaniyên welatiyan xera dikin.

Endamên Platforma "Na ji hilweşandina Sûrê re" û "Parlamenterên HDP'yî li ser vê yekê hatin taxa Alîpaşayê. Rewşa aloz a li taxê dewam dike. Polîsan rojnamevan ji cihê bûyerê derxistin.