Li şûna şaredariya bertîlxur, nûçegihan kete ber lêpirsînê

Ajansa Mezopotamyayê, ku bertîla li Şaredariya Artûklûyê ya bi rêveberiya AKP'ê xiste rojevê, kete ber lêpirsînê.

Şeyhmûs Hakan Tûtaşi kurê Şaredarê AKP'î yê navçeya Artûklû ya Mêrdînê Abdulkadîr Tûtaşi û koma pê re, ji ber bertîlxuriyê neketin be lêpirsînê, lê belê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal û ajansa MA'yê ji ber nûçeya di vê der barê de amade kirin, ketin ber lêpirsînê.

Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê têkildarî her du lêpirsînan biryara neşopandinê da.

Balkêş e ku dozgeriyê têkildarî "çerxa bertîlê" tiştek nekir ku di nûçeyê de detayên wê hatin eşkerekirin.