Li Strasboûrgê li pêşiya Konseya Ewropayê çalakiya nobedê hate destpêkirin

Dema ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê rewşa Îmraliyê û ya mafên mirovan a Tirkiyeyê dinirxand, gelê Kurd jî çalakiya nobetê da destpêkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 2014’an de ji bo ku cezayê muebet ê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin biryar dabû. Dewleta Tirk heft sal in vê biryarê bi cih nayne. Ev rewş piştî heft salan ket rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Komîteya Wezîran di çarçoveya ‘mafê hêviyê de’ li ser rewşa rêzdar Ocalan û ya girtiyên din disekine. Civîna Komîteya Wezîran di 30’ê Mijdarê de dest pê kir û wê heta 2’ê Berfanbarê bidome.

Înisîyatîfa Azadî Ji Ocalan Re jî sala borî di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ li pêşiya avahiya Konseyê çalakiyeke nobetê ya 17 rojan dabû destpêkirin.

Gelê Kurd di destê sibehê de hatin pêşiya avahiya Konseya Ewropayê û li vir kon vedan. Roja pêşîn 100 çalakvanên CDK-S’yê yên ji Swîsreyê hatibûn çalakî dewr stendin.

Li pêşiya avahiya konseyê pankartên mezin ên ‘Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve di Girtîgeha Îmraliyê de girtî ye û agahî jê nayê stendin’ û bi 9 zimanan ‘Wê azadî bi ser bikeve’ hate vekirin.

Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer di çalakiyê de daxuyanî da û bal kişand ser tecrîda 23 salan a li Îmraliyê. Surer diayr kir dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî pêk nayne, li ser gerîlayan çekên kîmyewî tên bikaranîn û dewleta Tirk sûcekî din dike.

Hevserokê CDK-S’ê Îsmaîl Kardaş jî nerazîbûn nîşanî bêdengiya dewletên Ewropayê da û xwest bila biryarên DMME werin pêkanîn.

Çalakvanan piştî daxuyaniya çapemeniyê rê ji trafîkê re girtinû heta avahiya Konseya Ewropayê meşiyan.

Wê her roj ji welatekî cihê nûnerên saziyên Kurdistanî, siyasetmedar, jin û ciwan çalakiya nobetê dewr bigirin û wê çalakî heta 17’ê Berfanbarê bidome.