Li sînorên Kurdistanê 80 kolber û kasibkar hatin qetilkirin

Li herêmên xetên sînor ên Kurdistanê di sala 2019’an de bi kêmanî 80 kolber û kasibkar hatin kuştin.

Li gorî rapora Kolbernewsê di sala 2019'an de 80 kolber û kasibkar li herêmên sînor ên di navbera Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, hatine kuştin. Her wiha bûyerên cuda de jî 183 kolber jî ji ber mayîn, serma, aşût û êrişên hêzên Îranê de birîndar bûne.

Li gorî raporê 80 kesên hatine kuştin 54 kes bi guleyên rasterast ên hêzên dewletaTirk de li ser sînorên di navbara Bakurê, Başûrê û Rojhilatê Kurdistanê de hatine kuştin.

Her wiha 3 kolber di zinaran de ketine xwarê, 17 kolber ji ber sermayê û aşûrê, 6 kes ji ber bûyerên qezayê û krîza dil jiyana xwe ji dest dane.

Di raporê de tê gotin ku ji qurbaniyan 168 kes ji parêzgeha Urmiyê, 70 ji parêzgeha Sine, 25 ji parêzgeha Kirmaşanê ne.