Li Sineyê qezayeke giran rû da: 27 kes mirin

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber qezaya trafîkê 27 kes mirin, 5 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li Sineyê doh bi şev saet 00:00 li herêma nêzî Termînala bajêr, tankereke petrolê li otobuseke parkkirî ya li ser rêya Dr. Huseynî qelibî. Di dema qezayê de tanker teqiya û agir pê ket. Ji ber qezaya giran 27 kes mirin, 5 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Hate ragihandin, tankera ku li otobusê qelibî ji Başûrê Kurdistanê hatibû û bi 18 hezar lîtreyî sotemenî tê de bû.

Şahidan gotin, rayedarên Îranê saetekê piştî qezayê hatin cihê bûyerê û ji aliyê gel ve hatin şermezarkirin.