Li Sine pêkanîna Rewşa Awarte

Li Sine duh piştî çalakiya piştgirîkirina Bane hate lidarxistin û şûnde, li bajêr pêkanîna Rewşa Awarte hate îlankirin.

Piştî çalakiya piştgirîkirina Bane ya ku duh li eyaleta Sine ya Rojhilat hate lidarxistin û şûnde, li bajêr Rewşa Awarte hate îlankirin.

Nûçegihanê me yê li Sine diyar kir ku hemû nukteyên bingehîn û têketin û derketina taxan polîs û endamên sîxûriyê li gel wesayîtên zirxî hatine bicihkirin û li hemû kolanên bajêr wesayîtên dewriyeyê digerin.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku hêzên ku li nukteyên cuda yên bajêr hatine bicihkirin, nasnameyan kontrol dikin, li hinek taxan jî tavêjin ser malan û lêgerînê dikin.

Piştî 4’ê Îlonê li bajarê Bane yê Sine kolberên bi navê Qadir Behramî (41) û Heyder Ferecî (21) ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin û şûnde, bi armanca protestokirina qetilkirina kolberan duh şev li Sine li Qada Îqbal (Azadî) çalakiyek mezin hate lidarxistin. Hêzên rejîmê êrîşî çalavanan kirin û 8 aktivîst binçavkiribûn.