Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê kesek hate destgîrkirin

Nûnerê ajokarên navenda tenduristiyê ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate destgîrkirin.

Nûnerê ajokarên navenda tenduristiyê ya bajarê Sine Îbrahîm Pîrî duh ji aliyê hêzên rejîma Îranê hate destgîrkirin û ew birin cihekî nediyar.

Hate zanîn ku Pîrî ji ber tevlê çalakiyên nerazîbûnê ya ajokaran bûye hatiye destgîrkirin.

Ajokaran ji ber siyasetên rejîmê ku wan ji gelek mafan wekî mafê debara salane bêpar hiştiye çalakiyên nerazîbûnê kiribûn.

Tevî hemû hewildanên malbat û xizmên Pîrî, heta niha jî nehatiye zanîn ka ew li kû ye û rewşa wî çi ye.

Tirsa rejîma Îranê ya ji kombûn û xwepêşandanên nerazîbûnê yên karker û kedkaran bûye sedem ku bi tundûtîjî, tepisandin û destgîrkirinê bersiva daxwazên mafdar bide.