Li Sine 2 ciwanên Kurd hatin destgîrkirin

Hêzên îtîlaatê yên Îranê 2 ciwanên Kurd ên ji gundê Niyer a girêdayî bajarê Sine destgîr kir. Derbarê aqubeta ciwanan de agahî nayê girtin.

Rejîma Îranê ji aliyekê ve rojane kolber û kasibkarên Kurd qetil dike û ji aliyê din ve jî welatiyên Kurd destgîr dike, digire û sêdare dide.

Li gorî agahiyên xwecihî duh hêzên îdareya îttîlaata Îranê bi ser gundê Niyer a girêdayî bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê girtin û 2 ciwanên Kurd yên bi navê Seidî Mênberî (26) û Siyamek Mênberî (26) destgîrkirin.

Hêzên îtîlaatê bêyî ku belgeyekî dadgehê nîşan bidin û hinceta destgîrkirina wan eşkere bikin her 2 ciwanên Kurd destgîr kirine û ew rakirin cihekê ne diyar. Ji aqubeta wan agahî nayê girtin.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku hêzên îranê roja beriya wê jî li gundê Melqerenî yê bajarê Seqizê ciwanekê din bi navê Zanko Mesûdî (22) destgîrkiribûn û piştre li malên 3 welatiyên din ên heman gundî yên bi navê Xebat Fedewî, Hacî Salih Fedewî û Ebdullah Mesûdiyan lêgerîn pêkanîbûn.